61 malbatên Sûrî ji Kampa Holê hatin derxistin

29-05-2023
RÛDAW
Nîşan Kampa Holê Malbatên Sûrî Minbic
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 61 malbatên ji Minbicê ku dixwestin ji Kampa Holê ya li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê derkevin, îro ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ji bo bajarê wan hatin şandin.

Encumena Sûriya Demokratîk a Rêveberiya Xweser (MSD) di Cotmeha 2020’an de bi navbeynkariya serokên eşîran biryarek derxist û tê de biryara derxistina hemû koçberên Sûriyeyî yên ku dixwestin ji kampê derkevin û vegerin warên xwe.

Li gor wê biryarê, koçberên Sûrî yên li nava kampa Holê, bi şertê ku destê wan di tawanan de nebin, dikarin daxwaza derketinê bikin.

Li gor nûçeya North Presê îro Duşemê, rêveberiya Kampa Holê, komeke nû ku ji koçberên Sûriyê ji kampê derxistin û ber bi Minbicê ve şandin.

Herwiha li gorî zanyariyan ev kom ji 61 malbatan pêk tê ku hejmara wan 225 kes in.

Li gorîberpirsên Kampa Holê ku ji North Pressê re ragihandine ev yekem kom e ku ji destpêka sala 2023an ve ji kampê derdikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst