Fazil Say li Dêrsimê konser da; stranên Zazakî jî hatin gotin

29-05-2022
RÛDAW
Fazil Say li Dêrsimê konser da; stranên Zazakî jî hatin gotin
Fazil Say li Dêrsimê konser da; stranên Zazakî jî hatin gotin
Nîşan Fazil Say Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li qeraxa Çemê Munzurê di nav keşûhewayeke aram a xwezayî de welatiyan bi notayên piyanîstê navdar Fazil Say guhdariya stranên Zazakî kirin.

Li navçeya Pulur a ser bi parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê piyanîst Fazil Say û hunermend Serenad Bagcan li ser ava Çemê Munzurê doh 28ê Gulanê konserek dan û bi hezaran kes beşdar bûn. Say ku li ser asta cîhanê navdar e, berî konserê diyar kir ku ew bi naskirina Dêrsimiyan gelekî kêfxweş e.

Piyanîst Fazil Say hestên xwe yên li ser konserê anîn ziman, “Ev cara yekem e ez têm Dêrsimê, Pulurê. Lê ji vê herêmê min gelek mirov naskirin û hemû jî rewşenbîr bûn. Mirovên gelekî hêja ne û gelekî xwende ne, ez bi naskirina wan kêfxweş im.”

Say ev cara yekem e ku li Dêrsimê konserê dide û ne tenê Dêrsimî ji gelek parêzgehên derdorê jî hejmareke xelkê beşdar bûn.

Welatî Cemal Akbayin got, “Konser gelek baş bû, ji ber ku bi zimanê me jî gotin û bi Tirkî jî gotin. Ji gelek bajaran mirov hatin vir, her tişt pir baş bû."

Welatî Naciye Turan anî ziman, “Her kes pir kêfxweş bû, li qiraxa çemê Mûnzûrê di nav van çiyayan de konserek pir xweş bû. Ev der tu carî konserek wiha nedîtiye lewma em gelekî kêfxweş bûn. Em hatin, me li Fazıl Say û Serenad Bagcan guhdarî kir, em pir kêfxweş bûn.”

Şaredariya Pulurê bi dirûşma “Bila Çemê Munzurê Azad û Paqij Biherike” bi çalakiyên cûda dixwaze balê bikşîne ser parastina xwezaya navçeyê û armanc dike ku li ser ava çem dawergehek bê çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst