Hemrîn hat bombebarankirin; Ji artêşa Iraqê û Pêşmerge daxuyanî

Hewlêr (Rûdaw) – Firokeyên şer ên Iraqê li sînorê Hemrînê şikeftek ku sitargeha çekdarên DAIŞê bû, bombebaran kirin û hêzên Iraqî berpirsekî leşkerî yê rêxistina DAIŞê li Hemrînê desteser kirin. Berpirsekî Hêza Pêşmerge li sînorê Hemrînê jî dibêje, di bombebarana firokeyên Iraqê de 6 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê îro Yekşembî 29ê Gulana 2022 di daxuyaniyekê de aşkere kir ku firokeyên cengî yên wî welatî şikeftek li devera Zirlok a rêzeçiyayên Hemrînê ya li li aliyê parêzgeha Diyaleyê ve bombebaran kirine, ku sitargeha rêxistina DAIŞê bûye.

Li gor heman daxuyaniyê, bombebarana şikeftê ji aliyê firokeyên F-16 ên artêşa Iraqê ve hatine encamdan û tekezî hatiye kirin, piştî bombebaranê berpirsekî leşkerî yê DAIŞê hatiye desteserkirin.

Li aliyekê din, Fermandarê Fewca 2 a Lîwaya 3 a Bejayî ya Hêza Pêşmerge li sînorê Germiyanê, Celîl Mihemed ji Rûdawê re ragihand, “Li gor zanyariyên gihîştine destê me di bombebaranê de 6 çekdarên DAIŞê yên di şikeftê de hatine kuştin.”

Celîl Mihemed diyar kir, “serkirdeyê wan şeş çekdarên DAIŞê û endamekî din ên rêxistina DAIŞê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine desteserkirin.”

Devera Zirlok dikeve bakurê rojavayê nahyeya Seidiye ya ser bi qezaya Xaneqînê ve ku li parêzgeha Diyaleyê ye.