Krîza avê li Rojavayê Kurdistanê rewş xirab kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Bandora kêmbûna avê li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê ji zû de derketiye, lê roj li pey rojê xirabtir dibe, bi awayekî nûtirîn raporta pêgeha ReliefWeb a ser bi Neteweyên Yekbûyî nîşan dide, sal bi sal rêjeya berdana ava Çemê Ferat kêm dibe.

Li Rojavayê Kurdistanê gihiştina avê ji bo xelkê her heftiyê carekê ye, eger têra wan neke êdî avê dikirin. Ava kirînê ji jêr zemînê tê deranîn. Nebûna avê bandorê li ser hemû kertan dike, elektrîk, tendirustî, standarda jiyanê, asayişa xwarin û xorakê û gelek kertên din.

Li gorî raporta pêgeha ReliefWeb a ser bi Neteweyên Yekbûyî, asta avê li bendavan, berawird bi sala 2020an 2 metreyan kêmtir bûye.

Ji tevaya 7 bendav li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene ew jî ev in: Tebqe, Tişrîn, Beis, Xabûr, Seffan, Çil Axa, Mizgeftê.

Li Rojavayê Kurdistanê 6 çem hene:  Ferat, Dicle, Xabûr, Circib, Zirgan, Ceqceq

Di demekê de ku pêwîstiya derdora 500 hezar kesî li bajarê Hesekê û gundewarê wê, bi ava Wêstgeha Elok heye, li navçeya Serê Kaniyê ku li jêr destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê ye û ji 9ê Cotmeha 2019yan ve, heta niha bêhtir ji 30 carê ava Wêstgeha Elok ji ser wan navçeyan birrîye.

Êdî Niha li Hesekê %72 ji xelkê piştê bi çavkaniya duyem a avê girê didin, ku ew jî kolana bîran e.

Astengiyên li ber peydakirina avê li Rojavayê Kurdistanê di van xalên jêrîn de ne:

  • %40 ji nişteciyan li jêr bandora nirxê bilind ê dabînkirina avê bi tenkeran.
  • %26 ji xelkê cih û kontaynerên pêwîst li cem wan nîne ji bo embarkirina avê.
  • %17 ji xelkê motor û pumpên pêwîst li cem wan nînin ji bo dabînkirina avê.
  • %17 ji xelkê li jêr bandora nirxê bilind ê ava serekî ne.
  • %16 ji xelkê li jêr bandora karkirina bîran de ne heta gelek demjimêran.
  • %10 ji xelkê li jêr bandora wê yekê ne ku boriyên serekî avê ji wan re dabîn nake.
  • %13 ji torên serekî yên avê kar nakin.

Rêkeftina Sûriye û Tirkiyê ya sala 1987an derbarê avê, bi awayekî bû ku Tirkiye ava Çemê Ferat bi qebareya 500 metre sêca, di her 1 çirkeyê de, bide Sûriyê, bi awayekî ku ji wê qebareyê jî, 60% ji bo Iraqê be.

Qebareya ava ku tê berdan da derbasî nav xaka Sûriyê bibe, kêmtir ji 200 metre sêca ye.

Ev yek di demekê de ye ku, pêwîstiya derdora 5 milyon û 500 hezar welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê, bi ava Ferat heye.