Parêzgarê Duhokê: Rûdaw bûye dengê Kurd û Kurdistaniyan li cîhanê

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Duhokê salvegera damezrandina Tora Medyayî ya Rûdawê pîroz kir û ragihand, Rûdaw bûye dengê Kurdan li Kurdistan û cîhanê û hêviya xwe tîne ziman ku li ser peyama niştimanî û Kurdistanî berdewam be.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter bi boneya 8emîn salvegera damezrandina Tora Medyayî ya Rûdawê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Dr. Elî Teter di peyama xwe de diyar dike, “Em ciwantirîn pîrozbahiyan arasteyî we birêzan dikin. Rûdawê di demeke kurt de karî wek dezgeheke girîng û karîger, rola xwe di nav ragihandina Kurdistanê û cîhanê de bigire.”

Her di wê peyama xwe de Parêzgarê Duhokê Rûdawê wek “deng û rengê xelkê Herêma Kurdistanê û hemû Kurd û Kurdistaniyan li cîhanê” û hêvî dixwaze ku li ser peyama “pîşeyî, niştimanî û Kurdistanî” berdewam be.