Divê Kurdistan komkujiya ermeniyan wek jenosîd bide nasîn

29-05-2021
Arif Qurbanî
Nîşan Ermenî Jenosîda Ermeniyan Kurd Kurdistan Komkujî
A+ A-

Berî çend rojan, 106 sal di ser salvegera komkujiya ermeniyan bi destê jontirk û sultanên Osmanî yên dawî re derbas bûn. Em gelê kurd bi du hokaran bi vê helkeftê ve tên girêdan. Yekem ji ber ku di dema rûdana wê komkujiyê de, zêdebarî ku beşek ji gundnişîn û êlên kurd bûne xelasker û stargeha aramiyê ya hejmareke zêde ya ermeniyan û ew ji mirinê xelas kirin, lê dîrokê rûpelên xwe yên reş jî ji me re tomar kirine ku hinek axa, derebeg û serokeşîrên kurdên Bakurê Kurdistanê tev li wê bûyerê bûn, çi wek ˈSiwarên Hemîdîˈ çekdarên girêdayî Dewleta Osmanî û çi jî ew ên ku li ser rêya wan karwaniyên ermeniyan ku ji bo mirinê hatin cîhilkirin, vana wek çete û rawker û rûtker reftarên kirêt bermaber qurbaniyan pêk anîn.

Xala duyem jî ku me bi vê bûyerê ve girê dide, ew çarenivîs e ku her du gelên kurd û ermen di sedsala bîstan de wek du gelên zulmlêkirî ketin pêşber komkujiyên dewletên neteweyên serdest ên navçeyê, lew kurd û ermenî her du jî qurbanî ne.

Çi komkujiyên piştî kuştin û qirrkirina ermeniyan li ser destê Tirkiyeya nû li Dêrsim û Araratê hatin kirin, her wiha komkujiyên ku li Iraqê wek proseyeke berdewam rûbirûyî gelê kurd hatin kirin.

Lewma hevqurbanîbûna me jî me bi wan komkujiyên din ên mirovatiyê ve girê dide û pêwîst e em hevhelwest û hevsozên wan bin.

Berî du salan di boneya 104 saliya jenosîda ermeniyan de, em çend hevrêyek ji Herêma Kurdistanê ji bo bibrîxistina tawanê hatin dawetkirin. Wexta ku em çûn Yerîvanê, hejmareke zêde ya xwendekarên kurd ku li wir derfeta xwendinê berdest kirine bi me re beşdarî merasîman bûn û em bûne grubeke berfireh.

Gava ku em çûn nav girseya merasîmê û ala Kurdistanê hat bilindkirin, baleke zêde ya medyayê ket ser şanda me. Serperiştên bîranînê, parlamenter û rayedarên îdarî yên welêt hatin pêrgîna me û pir xweşhaliya xwe ji wê yekê nîşan dan ku Kurdistan jî beşdarî boneya wan bûye.

Em xistin nêv rêza welatan û bi fermî bi sefîr û nûnerên welatan re tacegula Kurdistanê li ser monomenta qurbaniyan hat danîn.

Dûre çend hevdîtin bi parleman, senterên lêkolîna jenosîdê û navendên giring ên welêt ji me re bi rêk xistin. A ku merema min e ez li vir û girêdayî vê mijarê vebêjim hevdîtina me li parlemanê bû, li wir biraderên me derfet dane min ku ez hinek gotinan bînim ser ziman.

Min pir got, lê pûxteya wê ev bû ku min ji wan re got, gotineke naskirî heye di civaka me de ku tê gotin (tenê kesê şewitî hest bi jana şewatê dike) ji ber ku em gelek caran ketin ber proseya komkujiyê, lewma em ji merivên din bêhtir hest bi jana we dikin, ji ber ku em hevjan in pêwîst e em hevhelwest bin jî li beramber tomeriya komkujiyên ku di dîroka mirovatiyê de qewimîne, divê em pişta hev bigirin di karkirina ji bo nasandina van tawanan de û sînordanîna li pêşber stemkaran, ji bo ku tawan dubare nebin.

Lewma em daxwazê ji we dikin ji bo dîrokê hûn rûmeta wêya ji bo welatê xwe tomar bikin li parlemana Ermenistanê bibin yekem welat tawana jenosîda gelê Kurdistanê binasînin. Ez dizanim niha hûn jî ji me re dibêjin baş e helwesta fermî ya herêma we li hember jenosîda ermeniyan çi ye? Lê ji ber ku em hêj di çarçoveya Iraqê de ne û em nikarin hin biryaran bidin ku helwesta Iraqê derbarê wan ne zelal be.

Gengêşînên zêde hatin kirin û heman daxwaza wan jî ji Herêma Kurdistanê hebû ku pêwîst e wek gelekî çendcar jenosîdkirî, jenosîda gelên din nas bike ji bo ku derî ji xwe re veke da ku tawanên li dijî gelê Kurdistanê jî li cîhanê werin naskirin.

Heke em temaşe bikin welatên ku tawana jenosîdê bi cih anîne, ger civak û desthilatê qonaxa stemkariyê derbas kiribin, amadebûna daxwaza lêborînê û rahiştina barê berpirsiyariya qerebûkirina qurbaniyan li stûyê xwe girtiye. Nimûneya herî berçav welatê Almanya ye ku heya niha salane qerebûyê dide Îsraîlê li ser wan tawanên ku Hitler li hember cihûyan kirin û Almanya bi ti şêweyê dîplomasiya welatê xwe bi kar neaniye da rê bigire ku welatên cîhanê holokaustê wek jenosîd binasînin, li dijî ti welatekî jî helwest wernegirtiye ku hevsozên gelê cihû ne.

Li milê din, welatên ku hêj di nêv qonaxa tawankariyê de dijîn, tawanê înkar dikin û li dijî her welatekî ne wê tawanê nas bike, ji bo vê Tirkiyê nimûneya herî şênber e ku ne tenê naçe jêr barê berpirsiyariya hilgirtina tawana komkujiya ermeniyan, lê hêj di qonaxa înkarkirina wê de ye û dijî her welatekî ye tawana dijî ermeniyan wek jenosîd binasîne.

Ev ji bo her du welatên Almanya û Tirkiyê di sadetirîn pênase de ew e ku Almanya pend ji wê bûyerê wergirtiye û naxwaze dubare bibe, Tirkiyê jî di hinavê civak û dewletê de jî heman ruhê tawankariyê amade ye û hergav ji bo dubarekirina wê amade ye.

Ev ji bo Iraqê û dewletên neteweyên serdest ên din ên navçeyê jî rast e. Heke ji derbaskirina wê qonaxê re ne amade bin ango amade ne ji bo encamdana tawanan.

Ango pêwîst e kurd çi bikin ji bo neyên jenosîdkirin? Çareserî û sînordanîna li pêşber stema dewletên dagirker tenê ew e ku civaka navdewletî sînor û keleman li pêşber wan dane. Ev jî tenê bi wê rêyê pêk tê ku cîhan komkujiyên Kurdistanê wek jenosîd binasîne. Pirs di vir de ye ku Kurdistan ne amade be komkujiyên welatên din wek jenosîd binasîne, çawa dipê welatên din vê ji kurdan re bikin?

Heke Herêma Kurdistanê ji tirsa Tirkiyê nikare tawana komkujiya ermeniyan binasîne, divê bendewara heman helwesta welatan jî be ku ji ber Tirkiyê û ereban ne amade bin li komkujiya kurdan mikur werin.

Heke Kurdistan ne amade be ji tirsa karvedana Îran û Îslam û cîhana erebî holokaustê binasîne, divê bendewara heman helwesta welatên cîhanê jî be ji ber ku ew dewlet komkujiya kurdan nas nakin. Ango kilîta vekirina dergehê navdewletî ji bo nasandina jenosîda gelê kurd di destê me bi xwe de ye.

Lewma ez hêvîdar im Parlemana Kurdistanê azatiyê nîşan bide ku vê mijarê bibin nav parlamentoyê, li wir guftûgoyên licih werin kirin û ew azatiya wan hebe ji ber parastina gelê Kurdistanê ji bo berdestkirina piştevaniya navdewletî li gelê kurd, ew jî ji bo bi fermî nasîna wan tawanên ku li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin û ji bo çêkirin û berdestkirina piştrastiyê ku careke din miletê me rûbirûyî jenosîdê nebe. Li parlemana Kurdistanê tawanên komkujiya ermeniyan û holokaust û komkujiyên din ên cîhanê wek tawanên jenosîdê werin nasandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Diyar Sadî

Qonaxeke metirsîdartir a êrişên elektronîk

Çiqas teknolojî bêtir bi pêş ve here, hêza dijberên wê jî zêdetir dibe. Yek ji wan êrişkarên cîhana dîjîtal in ku li ser du çînan hatine dabeşkirin. Armanca çînekê ji wan çareserkirina pirsgirêkên şirket û welatiyan e seba misogerkirina jiyaneke parastî di qada dîjîtal (siber) de. Armanca çîna din jî wêrankirin û dizîna agahî û daneyên şirketan ji bo meremeke taybet e.