Çekdarên Feyleq El-Şam li Efrînê 2 welatiyên Kurd revandin

Hewlêr (Rûdaw) Çekdarên grûpa Feleq el-Şam a girêdayî Tirkiyê 2 welatiyên Kurd ji gundê Neydan Ekbesê li herêma Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê ragihand ku çekdarên Feyleq el-Şam avêtine ser malên welatiyên Kurd li gundê Meydan Ekbesê.

Çekdarên grûpa ku baskê leşkerî yê Ixwan Mislimîn e, bi fermandariya Selîl El-Xaldî û Raid Hîşam, herdu welatiyên bi navê Şewqî Mistefa, 65 salî, û Horo Ehmed, 37 salî, revandine.

Çekdarên heman grûpê avêtine ser çend malên din jî û telefonên destî yên 3 welatiyan desteser kirine.

Bi sed hezaran Kurd ji Efrînê koçber bûne

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.