Hişkesalî û nebûna elektirîkê zerar gihande cotkarên Dêrsimê
Dêrsim (Rûdaw) - Îsal, weke her derê hişkesaliyê bandoreke zêde li cotkar û karkerên parêzgeha Dêrsima Bakurê Kurdistanê jî kiriye. Cotkar li aliyekî ji ber hişkesaliyê, li aliyê din ji ber pirsgirêka elektrîkê bêzar bûne. Deynê wan ê elektrîkê bi mehan ketiye ser hev û ji ber ku nikarin bidin, ev 4 meh in elektrîka wan jî hatiye qûtkirin.
Îsal ji bo cotkarên parêzgeha Dêrsima Bakurê Kurdistanê ne salek baş e, li aliyekê rêjeya kêm a baran barînê û serhildana hişkesaliyê, û li aliyê din jî pirsgirêka elektrîkê gelek astengî ji wan re çêkirine.
Ji ber ku xwediyên zeviyan pereyên elektirîkê nedane, ev 4 meh in elektrîka wan hatiye birîn û ev jî bûye sedema pirsgirêka avdana zeviyan. Ew ji vê rewşê nîgeran in û daxwaza alîkariyê ji rayedarên dewletê dikin.
Cotkar Muhlîs Kaya dibêje: “Îsal ne av heye û ne tişteke din, rewşa me ne baş e. Elektrîkê nadin me. Daîreya Çandiniyê ji me re pirsgirêkan çêdike. Em nizanin îsal çi bikin. Bila dewlet alîkariya me bike, abonetiya elektrîkê bide me. Em li vir cotkariyê dikin, 20-30 kes dixebitin, em nikarin pereyê wan bidin.”
Li gundê Goktepe yê bajaroka Mazgirta Dêrsimê cotkaran, li ser rûberê yek hezar û 500 donimên zeviyê, garis, silk, gindor, zebeş, îsot û bacanên sor çandine û rojane 20-30 karkarên demsalî di bexçeyekê de kar dikin.
Karker Azize Çavuş jî dibêje: “Em bi 100 TL ji Xarpêtê têne Dêrsimê. Em êvaran jî diçin malê û ji bo zilaman şîvê çêdikin. Hewa pir germ e, lê divê em vî karî bikin. Em her zehmetiyê dikşşin. Li vir elektirîk, av tune, germ e. Li vir jin neçar in bixebitin. Kar nîne, her tişt tê serê Tirkiyê.”
Piraniya karkeran, karkerên demsalî ne û ji Xarpêt, Bedlîs û parêzgehên din yên Bakurê Kurdistanê çûne Dêrsimê.
Ew ji rêyek dûr tên û serê sibehê bê av û elektrîk di şert û mercên zehmet de kar dikin.
Karker Besime Çetintaş jî got: “Em ji bo 90-100 TL têne vir. Em heta vir têne û vê îşkenceyê dikişînin. Rewşa me gelek xirab e, elektirîk nîne, av nîne. Hişkesalî ye, her der zipo ziwa ye, dema cotkar qezenc nakin bandor li me jî dibe, ew ni di rewşek dijwar de ne. Em hemû di nav pirsgirêkê de ne.”
Roja wan karkeran bi 90-100 lîreyan e ku ev jî dike nêza 11-12 dolar. Her çende bi vî pereyî bi zorê debara xwe bikin jî, ew naçar in kar bikin, ji ber ku ew bêkar û hejar in û tu çavkaniyeke din ya dahata wan tune ye.
Ji ber nebûna elektrîkê, xwediyên zeviyan zerermendbûne û ji bo dabînkirina avê, naçar in motorên elektrîkê bikarbînin, ev jî li aliyekê mesrefa berhemên wan yên çandinî zêde dike, li aliyê din jî nikarin heqê karkeran bi temamî dabîn bikin.