Parêzgarê Hewlêrê: Rûdaw platforma reng û dengên ciyawaz e

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê Rûdawê wek platforma deng û rengên ciyawaz û mînberek bo dakokîkirina li mafên hemû çîn û tiwêjeyan binav dike ku “di heyameke kurt de bûye stêrkeke geş û rûpeleke girîng a zêrîn di medyaya Kurdî de.”

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw bi boneya 8emîn salvegera damezrandina Tora Medyayî ya Rûdawê peyamek belav kir û “geritirîn pîrozbahî arasteyî rêveber, staf û hemû karmendên Rûdawê” kirin.

Parêzgarê Hewlêrê di peyama xwe dibêje, “Rastiyeke haşahilnegir e, Tora Medyayî ya Rûdawê di vê dîroka xwe ya kurt de karî bibe stêrkeke geş û rûpeleke zêrîn a tijî ji dahênan li nav medyaya Kurdî tomar bike.”

Omîd Xoşnaw tekez dike, Rûdawê karî “bibe bilindgo û platform deng û rengên ciyawaz û mînberek bo dakokîkirina li maf, daxwaz û arezûyên hemû çên tiwêjeyan.”

Parêzgarê Duhokê Elî Teter jî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de Rûdaw wek “deng û rengê xelkê Herêma Kurdistanê û hemû Kurd û Kurdistaniyan li cîhanê” binav kiribû û hêviya xwe derbirî bû ku  Rûdaw li ser peyama “pîşeyî, niştimanî û Kurdistanî” berdewam be.