QERS - Ji bo hirç danekevin nav bajêr xurek danîn daristanê

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qamûşan a Qersa Bakurê Kurdistanê ji bo hirç danekevin navenda navçeyê goşt li daristanê belav kirin.

Li navçeya Qamûşanê ku li daristanên wê gelek ajelên weke hirç, gur, rovî, beraz û gelek ajelên kovî lê dijîn di van demên dawîn de hirç ji daristanê heta nav taxên navçeyê diçin.

Bi taybetî li Taxa Tepeyê hirç diçin ber deriyê welatiyan û bi kudikên xwe re ketin şantiyeyekî. Welatî ji ber vê dikevin fikaran.

Karmendên Rêveberiya Parastina Sirûtş û Parkên Neteweyî Qamuşênê, li ser vê ji bo hirç danekevin taxan xurek li daristanan belav kirin.

Karmendan goşt, mirîşk û alifên din bo ajelên kovî belav kirin.

Niştecihê Taxa Tepeyê Hayatî Uzgaç  diyar kir ku hirçên birçî dimînin dadikevin nav taxê.

Hayatî Uzgaç  got ku ew naxwazin ji hirçan zirarê bibînin û wiha pê de çû: "Ev çend roj e hirçek bi kudikên xe re tê taxa me. Çend mal jî aciz kirine. JI ber ku birçî dimînin tên vê derê. Ekîba Parastina Sirûşt û Parkên Neteweyî li daristanê xurek belav kir. Înşallah hirçê êdî neyên taxê. Ji ber vê xebatê em spasiya ekîbê dikin.”