Deriyê Semelka ji îro ve bo dema 6 rojan tê vekirin

30-05-2020
RÛDAW
Deriyê Sêmalaka-Pêşabûr yê Sînorî, ji ber vîrusa koronayê bi awayekî demkî li ber çûn û hatinê hatiye girtin
Deriyê Sêmalaka-Pêşabûr yê Sînorî, ji ber vîrusa koronayê bi awayekî demkî li ber çûn û hatinê hatiye girtin
Nîşan Deriyê Sêmalka Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Deriyî Sêmalka bo vegera kesên ku li Başûrê Kurdistanê asê mane îro tê vekirin. Herwiha bi sedan xelkê Rojavayê Kurdistanê ku berî dema qedexyê  ji Ewropayê çûbûn Rojavayê Kurdistanê, niha li wê derê asê mane, li bendê ne ku ev biryar wan jî lixwe bigire.

Hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê ku bi serdan hatibûne Başûrê Kurdistanê û ji ber qedexeyên bi sedema koronayê asê mabûn, 6 roj li pêşiya wan hene daku vegerin.

Rêveberiya Deriyê Sêmalka yê Sînorî roja 27ê vê Gulanê ragihandibû, ku ev derî bi tenê bo dema 6 rojan  li pêş asêmayên Rojavayê Kurdistanê ku li başûrê Kurdistanê ne tê vekirin, ku berî pirsa koronayê serdana Başûrê Kurdistanê kiribûn û piştî girtina derî nikrîbûn vegerin.

Ji aliyekî din ve, ev biryar xelkê ku li Rojavayê Kurdistanê asê mane lixwe nagire û ew nikarin vegrin başûrê Kurdistanê.

Di nav wê xelkê de, bi sedan malbat hene ku bi rêya Başûrê Kurdistanê ji Ewropayê çûbûn Rojavayê Kurdistanê, lê nikarin vegerin.

Herwiha bi sedan xelkê Rojavayê Kurdistanê ku di dema qedexeyê ji Ewropayê hatine da ku biçin Rojavayê Kurdistanê, niha li Başûrê Kurdistanê asê mane, li bendê ne ku ev biryar wan jî lixwe bigire, yan bikaribin di demeke nêzîk de biçin Rojavayê Kurdistanê.

Deriyê Sêmalka sala 2012 li ser çemê Dicleyê hate avakirin. Tebaxa 2013 liber lehiya koçberên Rojavayê Kurdistanê vebû.  Di 3ê Adara 2020an de bi biryara Rêveberiya Xweser ji ber koronayê hat girtin û di 14ê heman mehê de bi tevahî hat girtin tenê li pêş rewşên neasayî ma vekirî.

Deriyê Sêmalka her roja sêşemê bo rêxistinên mirovî tê vekirin. .Di 20ê Nîsana 2020an de li ber tevgera bazirganî hatibû vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst