HRE: Li Efrînê 9 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihandin, ku di encama rêze êrîşên wê yên li dijî çekdarên girêdayî Tirkiyê de, 9 çekdar hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên xwe yên li dijî hêzên çekdar diyar kirin û ragihand ku di rojên 17 heta 25 Gulanê de, yekîneyên wê, li dîjî çekdarên girêdayî Tirkiyê, rêze êrîş li deverên herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê pêk anîne.

Li gor daxuyaniyê Hêzên Rizgariya Efrînê, şervanên wan di navbera 17-25ê Gulanê de li bajarên Ezazê, Babê, Mariê, Efrînê, û gundên Çeqela û Alkanê, yên ser bi navçeya wê Şiyê ve 9 çalakî pêk anîne.

Hêzên Rizgariya Efrînê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di encama çalakiyên şervanên wan de , 9 çekdar hatine kuştin, û 2 jî birîndar bûne, herwiha otombîleke çekdaran jî hatiye têkşikandin.