PJAK: Di êrîşekî Tirkiyê de 2 gerîla û 3 sivîl canê xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Jinyana Azad a Kurdistanê (PJAK) derbarê bombebarankirina firokeyên Tirikiyê de bo ser devera bajarokê Mawet a Silêmaniyê de ragihand ku encama bomberanê de 2 gerîlayan û 3 sivîlan canê xwe ji dest dane.

PJAKê derbarê êrişa balafirên şer ên artêşa Tirk ku 26ê Gulanê li herêma Asosê ya Başûrê Kurdistanê kir daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku ji ber bombebaranê li herêma Asosê li gundê Serfê du gerîlayên wan û 3 kesên ku ji bo mêvandariyê li gund bûn canê xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di vê êrişê de herdu gerîlayên canê xwe ji dest dane bi navê Rêbaz Sine û Zinar Brûsk e.

Di daxûyaniya PJAKê de hate gotin ku yek ji wan gerîlayan xelkê bajarê Sine ye û yê din jî xelkê parêzgeha Urmiyê ye û di sala 2016an de tevlî hêzên wan bûne.

Fermandehiya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) jî dibêje, ew dê tola wan qurbaniyên xwe hilînin.

Roja 26ê Gulanê i bajarokê Mawet ê ser ser bi navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê, firokeyên Tirkiyê otomobîleke gerîllayên PKKê kiribûn armanc û nexweşxaneya Mawet jî hatibû wêrankirin.

Di vê derbarê de Qeymeqamê Mawet Kameran Hesen ji Rûdawê re gotibû: “Demjimêr nêzîkê 12ê şeva borî li gundê Sefre ser bi Şarbajêr, firokeyên Tirkiyê du mûşek avêtin otomobîleke gerîlayên PKKê ku di nêzîkê gund re derbas dibû, mûşekek li otomobîlê ket ku 5 gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê têde bûn û her pênc şehîd bûn.”

Kaeran Hesen herwiha dabû zanîn ku ku mûşekek jî li nexweşxaneya gund ketiye p nexweşxane wêran bûye, lê ya baş ew bû ti nexweş û karmendên tendirûstiyê di nav nexweşxaneyê de nebûn.