Li Elbak a Wanê 2 gund hatin karantînekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Elbakê yê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve 2 gund ji ber belavbûna vîrusa koronayê hatin karantînekirin.

Li gor agahiyan, li gundên Çux (Gedîkbaşi) û Baliyan (Ekecek) yên girêdayî bajarokê Elbakê yê ser bi parêzgeha Wanê, 2 welatiyên ku ji bajarên din hatibûn wan gundan bi vîrusa koronayê ketine.

Piştî agahdarbûna ji rewşê, tîmên tendirustiyê li her du gundan dest bi lêkolînan kirin û her du gund heta fermanekî nû hatin karantînekirin.

Duh li Amedê jî gundek û li bajarê Rihayê jî taxek ji ber belavbûna koronayê hatibûn karantînekirin.

Ev yek di demekê de ye, ku Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihandiye, herî dawî 1 hezar û 182 kesên din li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi Koronayê ketine û 30 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Li gor amarên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmara tûşbûyên Koronayê gihîştiye160 hezar û 979 kesan û hjemara miriyan jî bo 4 hezar 461 kesan bilind bûye.

Karantînekirina cihên nû di demekê de ye, ku hikûmeta Tirkiyê biryar daye piştî 1ê Hezîranê jiyanê asayî bike û qedexeya hatinûçûnê ya di navbera bajaran de bi dawî bike.

Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan duh piştî civîna kabîneya xwe ragihand, piştî 1ê Hezîranê qedexeya hatinûçûnê ya di navbera bajaran de bi dawî tê.

Erdogan got: “Fermanberên hikûmetê jî weke berê dê dewama xwe bikin. Herwiha xwaringeh, Kafe, şîrînîxane, çayxane, salonên werzîşî û melevangeh û germav, dikarin heta seet 10ê şevê kar bikin.”