Balafirên Tirkiyê sê caran herêma Şêladizê bombebaran kirin

Duhok (Rûdaw) – Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê îro li herêma Şêladizê ya navçeya Amêdiyê sê caran Çiyayê Kurojahro û derdora wê bombebaran kirin.

Rêvebirê Nahiya Şêladizê Warşîn Selman ji Rûdawê re ragihand ku îro Çarşemê (29.05.2019) di saet 09.15an de balafirên şer ên artêşa Tirkiyê Amêdiyê sê caran Çiyayê Kurojahro û derdora wê bi hêceta hebûna gerîlayên PKKê bombebaran kirin.

Warşîn Selman got: “Di heyama vê heftiyê de ev cara duyemîn e ku balafirên Tirkiyê devera Çiyayê Kurojahro bombebaran dike. Herwiha her tin deverê topbaran jî dikin. Cihên hatine bombebaran kirin ji ber ku çiyayî ne derbarê encamên êrişî de agahî nehatine bidestketin.” 

Selman da zanîn ku di van demên dawiyê de artêşa Tirkiyê li deverê êrişên ên li hemberî gerîlayên PKKê zêde kirine û got: “Ji ber êrişan, xelkê li gundên deverê jî ditirsin. Ji ber vê xelkê naçin gundên xwe yên nêzîkî sînor.”

Li gor zanyariyên Rûdawê ji ber şerê di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de 365 gundên Başûrê Kurdistanê hatine valakirin. Tenê ji sala 2018an heta niha 20 sivîl ji ber şer û pevçûnên di navbera hêzên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de canê xwe ji dest dane. 

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku hêzên artêşa Tirkiyê ji şeva din ve li navçeya Xakûrkê ya Başûrê Kurdistanê operasyonekî berfireh dane destpêkirin.