Grûpên çekdar agir berdane daristanên Çiyayê Şêrawa

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê agir berdane daristanên gundên navçeya Çiyayê Şêrawa.

 

Li gor çavkaniyên xwecihî, duh roja Sêşemê çekdaran bi qesd agir berdane daristanên li navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê.

 

Li gor heman çavkaniyan, agir gihiştibû hinek malên gundê Basilê û derdora gundê Aqîbê.

 

Çavkaniyên xwecihî dane zanîn ku di encama wê şewitaninê de, ziyanên mezin gihane cotyarên navçeyê û rûbereke mezin ji zeviyên wan ên ceh û genim şewitîne.