Grûpên çekdar agir berdane daristanên Çiyayê Şêrawa

30-05-2019
RÛDAW
Rûbereke mezin ji daristanên Çiyayê Şêrawa bi sedema wî agirî şewitî û ji nav çû.
Rûbereke mezin ji daristanên Çiyayê Şêrawa bi sedema wî agirî şewitî û ji nav çû.
Nîşan Efrîn Şêrawa Rojavayê Kurdistanê Agir Daristan Grûpên çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê agir berdane daristanên gundên navçeya Çiyayê Şêrawa.

 

Li gor çavkaniyên xwecihî, duh roja Sêşemê çekdaran bi qesd agir berdane daristanên li navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê.

 

Li gor heman çavkaniyan, agir gihiştibû hinek malên gundê Basilê û derdora gundê Aqîbê.

 

Çavkaniyên xwecihî dane zanîn ku di encama wê şewitaninê de, ziyanên mezin gihane cotyarên navçeyê û rûbereke mezin ji zeviyên wan ên ceh û genim şewitîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst