Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Hevpeymaniya Niştmanî ya Iraqê Eyad Ellawî bi boneya hilbijartina Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Parlementoya Kurdistanê ve, pîrozbahî lê kir.
Eyad Ellawî di peywendiyeke telefonî de li ser erkê wî yê nû, hêviya serkeftinê ji bo Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwest.
Nêçîrvan Barzanî spasiya pîrozbahiya Eyad Ellawî kiriye û hêviya xwe aniye ziman ku di qonaxa bê de bi hemû aliyan bikarin bi hevbeşî xizmeta baştir ji welat û pêkhateyên wî re bikin.
Li gor ragihandina Ofîsa Nêçîrvan Barzanî, di peywendiya telefonî de têkiliyên Hewlêr – Bexdayê jî hatine gotûbêjkirin û tekezî li çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalog û gotûbêjan hatiye kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse