Salvegera Rûdawê û birîna Şîfa Gerdî û Ferhad Hemo

29-05-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Tora Medyayî ya Rûdawê Salveger Şîfa Gerdî Ferhad Hemo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tora Medyayî ya Rûdawê îro di demekê de pêncemîn salvegera xwe pîroz kir, ku xem û birîna ji destdana du hevkaran, Şîfa Gerdî ku  sala bihorî di şerê Mûsilê de şehîd bû û Ferhad Hemo ku di sala 2014 de li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê DAIŞê ve hat girtin û heta niha çarenivîsa wî nediyar e, her pê re ye.

 

Tora Medyayî ya Rûdawê li navçeyeke germ dest bi weşana xwe kir, navçeyeke germ di warê siyasî, aborî û milmilaneya navçeyî, di van her 5 salên temenê Rûdawê de navçe di şerekî mezin re derbas bû, ku zêdeyî 60 welat beşdarî wî şerî bûn, piştî ku DAIŞê beşeke mezin ji axa Sûriyê û Iraqê kontrol kiribû, beşê herî mezin ji wî şerê dijî DAIŞê li ser axa Başûr û Rojavayê Kurdistanê qewimî, Rûdaw li ser her şerekî amade bû, qurbanî da.

 

Berî çend rojan ji kontrolkirina aliyê rastê yê Mûsilê di 25-2-2017an de û di dema rûmalkirina şerê navbera artêşa Iraqê û çekdarên DAIŞê de bi sedema teqîna bombeke çandî Şîfa Gerdî stêra Rûdawê , rêvebera Outputa Rûdawê şehîd bû, herwiha di wê bûyerê de wênegirê Rûdawê Yûnis Mistefa jî bi dijwarî birîndar bû, şehîdbûna Şîfa Gerdî li Kurdistan û Cîhanê deng da, weke rojnamvanekê ku di dema şer de şehîd bû.

 

Şîfa Gerdî di destpêka operasyona Mûsilê de bernameya taybet bi şerê Mûsilê bi navê Fokus Mûsil hebû, bi awayekî meydanî wek rojnamevaneke cengî li mihwerên şer amade dibû.

 

Şîfa Grdî li ser şaşeya Rûdawê wek pêkêşkara nûçeyan, pêşkêşkara bernameya siyasî, pêşkêşkara bernameya paşîva Remezanê bû, her weha rêvebereka serkeftiya Rûdawê bû.

 

Ji aliyekî din ve, li ser çeperên şerê dijî DAIŞê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, û di dema rûmalkirina şerê DAIŞê roja 15-12-2014an Ferhad Hemo nûçegaihnê Rûdawê li gel wênegir Mesûd Eqîl li ser rêya Qamişlo-Tilkoçer ji aliyê çekdarên DAIŞê hatin revandin.

 

Piştî sê mehan ji girtina Ferhad û Mesûd DAIŞê ew ji hev cuda kirin, piştre Mesûd Eqîl hate azadkirin, lê heta niha çarenivîsa nûçegihanê Rûdawê Ferhad Hemo nediyar e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst