ÎDIA – Tirkiye û Rûsya li Efrînê bo guhertina demografiyê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya nêzîk Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ragihandiye ku Rûsya û Tirkiyê, di dema heftiyekê de, 2 caran li Efrînên ketine civînan. Mebest jê ew e ku plana guherîna demografîk, li vê herêmê bi tevayî, têxin warê cîbicîkirinê.

 

20ê meha Çileya 2018ê, Rûsya rê da hêz û balefirên Tirkiyê ku derbasî herêma Efrîn bibin. Roja 18ê Adara borî jî, Artêşa Tirkiyê û hêzên opozisyona Sûriyê dest danîn ser wê herêma Rojavayê Kurdistanê. Di encamê de bêhtir ji 150 hezar welatiyên Efrînê koçber bûn û li şûna wan, bi sedan malbatên Xûteya Rojhilata Şamê û kesûkarên çekdarên opozisyonê hatin bicîkirin, ew jî weke hewleke bi Erebkirina wê navçeya Kurdî tê zanîn.

 

Li gorî zanyariyên ku ji aliyê medyaya nêzîk PYDê ve hatine ragihandin, şandeke rûsî ji 20 kesan û şendeke din a rûsî, ji 6 kesan pêk hatibû, bi rêya parêzgeha Hatay a Tirkiyê derbasî Efrînê bûn û li wê derê bi hev re ketin civînê.

 

Heman çavkaniyê diyar kiriye ku şandên rûsî bi zêdebûn, serdana Efrînê dikin û xalên hevbeş di navbera wan û Tirkiyê de têne dirustkirin. Armanca sereke ji vê yekê jî guhertina demografîk e li vê herêmê.

 

Di derbarê van civînan de, hinek endamên partiyên siyasî yên kurdî û endamên encûmenên xwecihî yên Herêma Efrînê, ji Rûdawê re gotin ku ti zanyarî, agahdarî û haya wan, li ser van civînan nîne. Endamê Desteya Rêveber a PYD û Şêwirmendê Hevserokatiyê  Sîhanokl Dîbo ji Rûdawê re, behsa vê mijarê kir.

 

Sîhanokl Dîbo wiha got: “Ev civîn îro li ser tinekirina tevahiya Kurdan tê kirin. Ne tenê dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê ye herwiha li dijî hemû Kurdistanê ye.”

 

Piştî ku Efrîn hate kontrolkirin û 60 hezar kes ji çekdarên opozisyonê ligel malbatên wan li vê herêmê hatin bicihkirin, êdî Tirkiye û Rûsya amadekariyên xwe dikin, ji bo ku xalên hevbeş ên çavdêriyê dirust bikin.

 

Di berdewamiya axaftina xwe de Dîbo got jî: “Tirkiye û Rûsya li dijî Kurdan kareke gelek xirab dikin. Ev guhartina li Efrînê dê bibe sedema şereke navxweyî. Ti baweriya me bi gotina wan a ku dibêjin em dê çareseriyeke siyasî peyda bikin.”

 

Nîşan bi wê yekê hatiye dan, ku Rûsya û Tirkiyê gihiştine rêkeftinê, ku 80 gundan amade bikin û malbatên çekdarên opozisyonê û hinek malbatên Turkmen, li Herêma Efrînê,  bicih bikin, polîsên Rûsya jî, wê li navenda Efrîn û derdorê bêne bicihkirin.

 

Bi gotina heman çavkaniyê, gundên navçeyên Kefer Cennê heta Naza, Çema, Ûmera, Bilbilê, Reco, Şiyê û Cindirêsê, wê ji bo vê yekê, bêne amadekirin.