HAK-PARê bi merasimekî namzedên xwe da nasandin

29-05-2018
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Hilbijartinên Tirkiye HAK-PAR Namzed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) li Amedê bi merasimekî namzedên xwe da nîşandan.

 

HAK-PAR ji ber ku nikare bikeve hilbijartinan dê li 5 bajarên Bakurê Kurdistanê, Amed, Wan, Dêrsim, Agirî û Mêrdînê bi namzetên serbixwe bikeve hilbijartinan. HAK-PAR xwe weke xeta sêyemîn dibîne û dibêje ji xeynî wan tu fraksiyonek ku li ser navê kurdan bikeve hilbijartinê tune ye.


HAK-PARê bi merasimek li Amedê namzetên xwe yên 5 bajaran da naskirin. HAK-PAR dê li Amed, Wan, Mêrdîn, Dêrsim û Agiriyê bi namzetên serbixwe bikeve hilbijartinan.


Serokê Giştî yê HAK-PARê Refîk Karakoç, jî li Amedê weke namzet hate nîşandan. Li gorî Karakoç, Desteya Bilind a Hilbijartinan niheqî li wan kiriye û ligel vê yekê jî ew tekane partî ne ku ji bo kurdan daxwaza mafên neteweyî dikin.


Derbarê vê mijarê de Namzedê serbixwe yê Amedê Refîk Karakoç ji Rûdawê re wiha got: “Em dibêjin em alternatîf in. Em xwediyê vî îşî ne. Alternatîf çi ye? Em di pêşerojê de desthilatdar in. Em xwe ji bo wê amade dikin. Ji ber vê yekê em qad û kolanan vala nahêlin. Partî îro nekarî bikeve hilbijartinê em bi namzetên serbixwe dikevin hilbijartinê. Sibê dema em bikaribin bi partiyê bikevin hilbijartinê, em dê wê demê karên xwe berfirehtir bikin.”


Partiyên kurdan çi bi awayeke serbixwe û çi jî weke partî bi hev re tevli hilbijartinan nabin. Hinek partî jî qet tevli hilbijartinê nabin. Di her hilbijartinê de rêjeyeke berbiçav a hilbijêran naçin ser sandoqan. HAK-PARê  çav berdaye dengê wan kesên ku naçin ser sandoqan.


Namzedê serbixwe yê Wanê Evdilmenaf Kiran jî got: “Yên ku neçin ser sandoqan, yên ku li hemberî HD'ê ne, yên ku li hemberî AKPê ne, yên ku muxalefeta din qebûl nakin, em dê riyek nîşanî wan bidin. Jixwe piranî ew dê dengê xwe bidin me. Dema ku ew dengê xwe bidin me jixwe têr dike û bes e.”


Li gorî HAK-PAR'ê hemû îtifaqên ku ji bo hilbijartinan pêk hatine jî nikarin pirsgirêka kurd çareser bikin. Ji ber vê yekê ew ê li derveyî van îtifaqan riya sêyemîn bidin ber kurdan û ji wan deng bixwazin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst