ZAXO – Şûnwarên dîrokî yên Taxa Cihûyan di bin metirsiyê de ne

29-05-2017
RÛDAW
Zaxo
Zaxo
Nîşan Zaxo Taxa Cihûyan Şûnwar
A+ A-

Zaxo (Rûdaw) – Li navçeya Zaxo ya Duhokê gelek şûnwarên dîrokî hene û metirsiya ji navçûnê liser wan peydabûye. Ji sala 1980yê heta sala 2006ê nêzîjî ji sedî 89ê şûnwarên vî bajarî jinav çûne.

 

Yek ji wan cihên kevnar jî Taxa Cihûyan e, ku zêdetirî 60 sal e cihû têde nemane. Niha hinek xanî li wî taxî hene ku temenê wan 150 sal e û metirsî liser wan jî çêbûye.

 

Nîşteciha Şûnwara Dîrokî Emîra Mehmûd dibêje: “Ev xaniyeke dîrokî ya 150 salî ye. Em di vir de rûdinin. Rêveberiya Parastina Şûnwaran nahêle em bixwe çareseriyekê jêre bikin û ji me jî wernagrin. Em hêvîdar in hikûmet ji me re çareseriyekê peyda bike, jiber ku zarokên me di metirsiyê de ne.”

 

Jiber bandora seqayî û nebûna mafê mûlkdariyê, saziyên şûnwarî nikarin van cihên kevnar ên cihûyan biparêzin.

 

Rêveberê Şûnwarên Dîrokî yê Zaxoyê Mihemed Ehmed jî diyar dike: “Di dema xwe de fermangehên şûnwarî nebûn, herwiha ew zanebûn ligel xelkê jî nebûn da ku cihên dîrokî xiranekin. Ji sala 1980ê ve ev avahiyên dîrokî tên xirakirin û derfetên me jî nînin em wan nûjen bikin.”

 

Li gorî belgeyên dîrokî yên serkirdên aşûriyan û sebayên cihûyan, Pêş Zayînê di sala 723ê de neviyên Yaqûb pêxember ji Nablisa bakûrê Filistînê anîne Başûrê Kurdistanê. Cihûyên li Kurdistanê bi endazyariyeke hevçerx avahiyên xwe ava kirine.

 

Dîroknas û vekolerê dîroka cihûyên Kurdistanê Tofîq reşîd dibêje: “Cihûyên Kurdistanê jî kenîşteyên cenîze anku xezîne bo parastina Tewratê û pirtûkên helbestan û yên zansitî çêdikirin. Peykerên wan yên Xwedaperestiyê jî heman dîzayna ya li Nablosê bûne, li vir heman avahî çêkirine û nîştecîbûne.”

 

Di navbera salên 1948 ta 1951ê nêzîkî 25 hezar cihû ji Başûrê Kurdistanê çûne Îsraîlê. Heta niha jî li Zaxoyê taxekî wan ê bi navê Taxa Cihûyan maye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst