RIHA – Bi kilaşînkovê gule reşandin ser wesayîtekê

Navenda Nûçeyan – Li Bakurê Kurdistanê bajarê Rihayê, bi kilaşînkovê gule reşandin ser wesayîtekê. Di encama êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

 

Li navçeya Eyyubiye ya navenda Rihayê, wesayîteke ku têde endamên malbata bi paşnavê Altun, ji aliyê hin kesên nediyar ve bi kilaşînkovê rastî êrîşê hatin.

 

Hat ragihand, ku êrîşkar reviyane. Welatiyên bi navê Ahmet Altun û Eyub Altun ku di wesayîtê de bûn, rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akif Inan.

 

Welatiyê bi navê Ahmet Altun tevî hemû hewldanan, jiyana xwe ji dest da.

 

Li ser bûyerê lêpirsîn dest pê kir.