Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Fransa yê li Iraqê Marc Barety kir, ku bi boneya bidawîhatina erkê wî li Iraqê û xatirxwastina xwe ji rayedarên Kurd, serdana Herêma Kurdistanê kiriye.
Li gorî daxuyaniya ofîsa Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de ku Konsolê Giştî yê Fransa yê li Hewlêrê Dominique Mas jî amade bû, behsa pêwendiyên dîrokî yên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê, beşdarîkirina Fransa di şerê li dijî teroristên DAIŞê de û hevkariya Pêşmerge hat kirin.
Mesrûr Barzanî li hember piştevanî û hevkariyên Frana yên bo Kurdistanê, spasiya gel û hikûmeta Fransayê kir û helwesta Serokê Nû yê Fransayê Emmanuel Macron ya derbarê şerê DAIŞê de jî bilind nirxand û ragihand, Fransa bi berdewamî dostê gelê Kurd bû û di demên tengaviyê de hevkarî û piştevaniya Kurdan kiriye.
Barzanî herwiha amaje bi rol û piştevaniya Serokê Berê yê Fransayê François Holland kir û bi bîr xist, ku di demeke tengav de wî serdana Herêma Kurdistanê kir.
Barzanî di hevdîtinê de hêviya dirêjkirin û bihêzkirina pêwendiylb du alî yên navbera Kurdistanê û Fransayê jî xwast.
Balyozê Fransayê yê li Iraqê Marc Barety jî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku piştevanê erk û karên wî bûne û tekezî li ser berfirehkirina pêwendiyên dîrokî û nirxên hevbeş ên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê, di warên curbicur de bo berjewendiya her du aliyan kir û ragihand, pêwendiyên navbera herdu aliyan berdewam dibin û di her pêngavekê de ew piştevaniya wê yekê dikin, ku geşedan û aramiya zêdetir bo gelê Kurdistanê bi dest bikeve.
Di beşeke din a hevdîtinê de gotûbêj derbarê pêvajo û metirsiyên siyasî û leşkerî yên herêmê û qonaxa piştî DAIŞê, çareseriyên aştiyane û diyalogê bo peydakirina mekanîzmeke nû ya dariştina pêwendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de hate kirin, ku dibe faktora aramiya zêdetir li deverê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse