Li Rojava bahoz û nexweşî bû sedemên kêmbûna berhemên çandiniyê

Qamişlo (Rûdaw) - Îsal Rewşa çandinî li Herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê pir xirab e, çotkarek dibêje ku bi sedema nexweşiyê û bahozê ji sedî 80 berhemên nîsk û kemûnê têk çûne, heriwha xwedî patoz jî gazinan ji bihaba parçeyên yedek û kêmbûna karkeran dikin.

 

Îsal li Herêma Cezîrê ya Rojavayê kurdistanê  baran bi rêjeyeke baş bariya . Lewma  çotkaran hêviyên xwe li ser dahateke baş girêdidan, lê ji ber ku nexweşiyê û lêdana bahozê li gundewarê Hesekê mûsimê kemûnî têk çû, çotkarek dibêje ku tu piştgirî ji çotakaran re ji tu aliyan ve nayê girtin, da ku ziyanê li ser wan sivik bike.

 

Cotkarê bi nave Thair Selîm wiha got: “Em îsal bi hêvî bûn ku mûsimê kemûnê baş be, destpêka wê baş bû li di dawîyê de nexweşî lê ket û piştî çinînê bahozek tund bi ser hat û giş li ber ba çû, û bi rastî kesek tune ye ku piştgirya çotkaran bike ne hîkûmet û ne jî bilî wê, û xelk îsal bi milyaran ziyan li wan bû ye ji ber ba û baranê.”

 

Bi gotina çotkarekî aboriya herêmê girêdayî rewşa çandiniyê ye û îsal ji sedî 80 berhemên nîsk û kemûnê têk çû ne, herwiha bi gotina wî çotkarî nirxê hin dexlûdanan ji salên borî erzantir bû ne.

 

Çotkar Hisên Yûnis jî got: “Par van çaxa me li vî gundî diçand, dibû 15 lê îsal dibe 3-4 û ziyan gelekî li milet hatî ye. Barana vê dawiyê barî ziyan li milet kir. Piştgirya miletê me li ser çandiniyê ye. Bihayê nîskan par bi 310 lîreyê Sûrî bû û îsal tenê bi 170 lîre tê firotin.”

 

Xwedî patozan jî dibêjin ku bihabûna parçeyên yedek li gel kêmbûna karkirina barê wan giran kirî ye, xwedî patozekê ku ji bajarê Amûdê ye dibêje ku ziyana îsal li çandiniyê bûye bandoreke nêrînî li ser karê wan jî kiriye.

 

Xwedî patoz Ebdilmecîd Heso jî anî ziman: “Par me bi 2 hezar û 500 diçînî, lê îsal bi 3000 lîre ye ji ber ku nirxê perçeyên yedek biha ne, ziyan li me û çotyaran bûye.”

 

Aboriya xelkên Herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurditsanê bi rengekî serekî girêdayî çandiniyê ye lewra sala ku çandinî têk diçe rewşa aborî jî lê herêmê pirr xirab dibe.