XAZIR - Pêşmergeyek şehîd bû

Xazir (Rûdaw) - Pêşmegeryekî pijîşk, Mîrlîwa Rizgar Mihemed Emîn di operasyona Xazirê ya vê sibehê destpêkirî de şehîd bû.


Biraziyê wî pêşmergeyî, Qeywan Sîweylî şehîdbûna apê xwe ji Rûdawê re piştrast kir.


Bi beşdariya pênc hezar Pêşmerge û serperiştiya Fermandeyê Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê û Serokê Herêmê, Mesûd Barzanî operasyona li rojavayê Hewlêrê didome ku jê armanc kontrolkirina 10 gundên Kurdên Şebek û Kakeyî ne û parastina ewlehiyê paytext Hewlêrê ye.


Bi beşdariya pênc hezar Pêşmerge û serperiştiya Fermandeyê Hêzên Çekdar ên Herêma Kurdistanê û Serokê Herêmê, Mesûd Barzanî operasyona li rojavayê Hewlêrê didome.