XAZIR - Pêşveçûna Hêzên Pêşmerge berdewam e

29-05-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Xazir Guwêr Pêşmerge DAIŞ Êriş
A+ A-

Xazir (Rûdaw) - Li eniya Xazir pêşveçûna Hêzên Pêşmerge ya bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymanan berdewam e û şerên giran li wê eniyê çêdibin.


Çavkaniyeke ji hêzên Pêşmerge li Eniya Xazir, ji Rûdawê re ragihand ku ber bi sibeya îro yekşemê pêşveçûna hêzên Pêşmerge ya ji çend aliyan ve destpê kiriye û li gundên Werdek, Muftiyê û Til-Eswedê şerekî giran derketiye û ew şer hê jî berdewam e.


Wê çavkaniyê bal kişande ser wê yekê jî ku beriya pêşveçûna hêzên Pêşmerge yên li wê eniyê, balafirên şer ên hevpeymanan bi awayekî dijwar çekdarên DAIŞê bordûman kirine.


Gundê Muftiyê hat kontrolkirin


Peyamnêrê Rûdawê li Eniya Xazir Hevîdar Ehmed got, Hêzên Pêşmerge ber pêşve çûne û gundê Muftiye kontrol kirin.


Peyamnêrê me da zanîn 5 hezar pêşmerge beşdarî operasyona li rojavayê Hewrlêrê bûne û heya niha jî di wan şeran de ti ziyanek negihîştiye hêzên Pêşmerge, lê çekdarên DAIŞê zirarekî mezin dîtine. 


Ji aliyekî din ve hat diyarkirin ku ji ber giranbûna şer û dijwariya wê, hejmara kuştî û birîndarên DAIŞê nehatine zanîn.


Ev dîmenên rûxadina wesayîta çekdarên DAIŞê li gundê Muftiyê ye:

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst