Çarenivîsa Kerkûkê: Kurd, tirkman û ereb çi dibêjin?

29-05-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

 

Kerkûk (Rûdaw) -  Ew demek dibe behsa diyarkirina çarenivîsa Kekrûkê germ bûye û ji bo gihandina helwsta xwe, şandên nûnerên kurd û tirkman ên Kekrûkê serdana Herêma Kurdistanê kirine û bi rayedarên Başûrê Kurdistanê re derbarê pêşeroja Kerkûkê de gotûbêj kirine.

 

Ji bo ku arîşeyên Kekrûkê çareser bibin û aliyên siyasî û pêkhateyên cuda derbarê çarenivîsa wê de bigihîjin helwest û biryarek hevbeş, nûnerên kurd û tirkman ên di Encumena Parêzgeha Kekrûkê de serdana Herêma Kurdistanê kirin.

 

Hat zanîn, nûnerên kurd û tirkmanan dixwazin piştgîriya aliyên siyasî û dezgehên fermî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dest bînin, da ku piştgîriya wê helwesta wan bikin ku dixwazin di heyva bê de aşkere bikin.

 

Li gor agahiyan, nûnerên tirkmanên Kerkûkê di serdana xwe ya bo Başûrê Kurdistanê de bi Serokê Parlamentoyê Yûsif Mihemed û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re civiyane. Piştî hevdîtinên bi rayedarên Kurdistanê re, nûnerên tirkmanên Kerkûkê ragihandin, ew naxwazin ji kurdan dûr bikevin.

 

Herwiha ew çend roj dibe, fraksiyona Biratî ya di Encumena Parêzgeha Kerkûkê de jî ku nûnerên hemû netewe û pêkhateyên Kerkûkê tê de ne, serdana Silêmaniyê kirine û bi aliyên siaysî yên Başûrê Kurdistanê re derbarê pêşeroja Kerkûkê de gotûbêjan dikin.

 

Hat ragihandin, pirsa vegerandina Kerkûkê bo ser Başûrê Kurdistanê di acendaya serdana nûnerên kurdên Kerkûkê de bûye û ew li dûv piştevaniyek bihêz digerin da ku bikaribin wê pirsê di civîna Encumena Parêzgeha Kekrûkê de bixin dengdanê û biryarê li ser bidin.

 

Derbarê helwesta aliyên erebî yên Kerkûkê de jî hat zanîn, ew pêşwazî li serdana şandên kurd û tirkmanan bo Başûrê Kurdistanê dikin û wan serdan û hevdîtinan bo çareserkirina pirsgirêkên Kekrûkê bilind dinirxînin, lê giliyê ji Serkirdatiya Kurd jî dikin ku fraksiyona erebî ya encumena wê parêzgehê venaxwînin Başûrê Kurdistanê û bi wan re hevdîtinan nakin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst