Selma Irmak: Erdogan li ser êşa dayikan siyasetê dike


Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentera HDPê ya bajarê Şirnexê Selma Irmak ragihand ku hikûmeta Tirkiyê di rêya siyasetên xwe yên li dijî çareserkirina pirsgirêka Kurd re, riya çiyan vedike.

Irmak ji raya giştî re got “Bila hikûmet jêrzemînekî qanûnî çêbike, em rêyên derketina çiyan bixetmînin û tev bi hev re yên ku li çiyan dimînin em daxînin”.

Selma Irmak herwiha got “Serokwezîrê Tirkiyê li ser êş û jana dayikan dixwaze siysetê bike, eger ew rast li ber dayikan dikeve bila pêdiviyên çareserkirina pirsgirêka Kurd pêk bîne”.

Parlamentera HDPê ya Şirnexê herwiha got “Eger niyeta Erdogan bi pêkanîna plana B û C a çareserkirina pirsgirêka Kurd e, em tev Amade ne piştgiriyê bikin, lê berûvajî wê, ewê benzînê bavêje agir û ew agir wê tevayî Tirkiyê bişewtîne”.