Peyama pîrozbahiya rêveberê giştî yê Rûdawê Ako Mihemed

29-05-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi helkefta destpêkirina pexşa Rûdaw TV û Radiyo Rûdaw, rêveberê giştî yê Tora Medyayî  ya Rûdawê Ako Mihemed peyamek belav kir û got: “Me dizanî televîzyon û radiyo li Kurdistanê zêde ne lê me biryar da ji hemûyan cudatir bin.”

Televîzyon û radiyoya Rûdawê îro saet 17:00 dest bi peşxa xwe ya fermî kirin. Bi helkefta vê yekê rêveberê giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed peyamek belav kir, ev jî naveroka peyama Ako Mihemed e:

“Em îro bi navê xudayê mezin û dilovan dest bi peşxê dikin li televîzyon û radiyoyê. Beriya ku em dest pê bikin me dizanî li Kurdistanê radiyo û televîzyon gelek in lê me biryar da ji hemûyan cudatir bin. Televîzyon û radiyoya me dê ji bo hemû kurdan û li hemû beşên Kurdistanê weşanê bike. Em ji bo hemû gelê Kurdistanê kar dikin. Bûyerên we hemûyan ji bo me girîng in. arezûyên we ji bo me girîng in. her wiha gilî û gazindeyên we jî emê mîna xwe belav bikin û li ser gotûbêj bikin.

Em dixwazin Rûdawekî li nav hemû xelkê Kurdistanê de peyda bikin. Em dixwazin xem û xoşiyên hemû beşên Kurdistanê bikin tiştekî hevbeş. Em dixwazin dengê hemû kurdan bigihîje hev. Frekansên televîzyon û radiyoya Rûdawê hemû xelkê Kurdistanê bigihîne hev.  Em dixwazin em hemû li vir de bigihîjin hev û hev nas bikin. Armanca me çêkirina hesta yekwelatiyê ye li Kurdistanê. Armanca me çêkirina hesta yeknetewbûnê ye li nav hemû kurdên cîhanê de.

Rûdaw toreke mûltîmedyayî ye. Hûn dikarin li mala xwe, li ser karê xwe, li nav otomobîla xwe de  Rûdawê bişopînin û haya we ji nûçe û bûyeran hebe.

Piştrast bin Rûdaw ji bo hemû kurd û Kurdistanê kar dike û ji vê jî piştrast bin ku Rûdaw qet aliyekî nagire û aliyekî din jî bernade. Em dixwazin di xizmeta welatiyan de bin bêyî ku alîgirtiyê bikin û dê her wisa jî be.

Em li hemû deverên Kurdistanê ne. li Germiyanê li Efrînê, li Amedê û li Mehabadê, her wiha li Hewlêrê, li Qamişlo, li Dihokê û li Laçîn û Waşîngton, Brûksel, Berlîn û gelek cihên din ên cîhanê bin.

Destpêkirina pexşa televîzyon û radiyo ya Rûdawê li hemû gelê Kurdistanê pîroz be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst