Bihabûnê derba xwe li çanda Kurdan jî xist: Xwarina şînê namîne
Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedan sal in ku di şîn û serxweşiyên Kurdan de ji bo mêvanan xwarin tê dayîn lê qeyrana aborî û giraniyê derbek li vê çanda Kurdan jî da.
Ji ber ku qeweta hinek xwediyê miriyan nedigihişt nandayînê, diçûn ji bankayê bi faîzê kredî dikişandin.
Vê yekê şîna malbatê du qatan zêdetir dikir.
Komeleya Licêyiyan a li Amedê biryar da ku êdî di şînan de xwarin neyê dayîn.
Bi vê biryarê dixwazin barê xwediyên şînê sivik bikin.
Di van 20 salên dawiyê de ji ber ku gelek kesan berê xwe ji gundan da bajaran li gelek deverên bajaran malên şînê hatin vekirin.
Dema ku mirinek çêdibe, şîn ne li malan li cihên ku ji bo serxweşiyê hatine amadekirin tê gerandin.
Di nava Kurdan de di şînan de nandayîn wekî çandekê ye ku bi sedan sal in heta îro hatiye lê ji ber qeyrana aborî û giraniyê, kesên ku qeweta wan nagihije nandayînê heqê vê xwarinê deyn dikin.
Ev yek êşa xwediyê şînê du qatan zêde dike.
Ji ber vê yekê jî Komeleya Licêyiyan biryar da ku êdî di şînan de xwarin neyê dayîn û dayîna xwarinê hat qedexekirin.
“Nikare ji binê vî barî derkeve”
Serokê Komeleya Licêyiyan Evdirehman Ayaz got:
“Mesela 3 rojan teziye heye. Xwediyê teziyeyê 3 rojan 300-400 hezar lîre pere xerc dike.
Nikare ji binê vî barî derkeve. Barekî pir zor e.
Rewşa welatiyên me diyar e, em dizanin halê wan çawa ye.”
Di şînên Kurdan de rojê danek, di 3 rojên şînê de jî 3 dan firavîn tê dayîn.
Nandayîn ji ber hejarî û feqîriyê bûye derdê ser derdan.
“Min deyn kir û min rabû nan da”
Ensarî Guler da zanîn ku wî mesrefê şîna birayê xwe deyn kiriye û got:
“Ez feqîr im. Wilehî birayê min rehmet kir, yeqîniya te ji Xwedê min deyn kiribû, ez hê jî di binê deynê nanê birayê xwe de me.
Min deyn kir û min rabû nan da. Ez dikim nakim nikarim wî deynî bidim.
Mirov heye feqîr e nikare îro bide. Kîloyek goşt çûye 500 lîreyî.”
“Bila zengîn bidin bila feqîr nedin”
Kemal Ayirnak diyar kir ku nanê şînê barê feqîran girantir dike û anî zimên:
“Bila zengîn bidin bila feqîr nedin. Kes ji feqîra nakeve heyrê. Wilehî ez wisa dixwazim.”
“Ne mimkin e mêrikê feqîr karibe bide”
Fexrî Pamuk jî xwest ku xwarina şînê ji binî bê rakirin û pê de çû:
“Bila vî tiştî bi tevahî rakin. Ne bila feqîr bidin ne bila zengîn bidin.
Îro rojê 50 hezar du sê rojan li ser hev ne mimkin e mêrikê feqîr karibe bide.”
Li Amedê hûr û gir tê de, bi dehan xwaringeh hene ku ji bo cihên şînê xwarinê çêdikin.
Ji ber ku rakirina xwarinê dê qezenca wan kêm bike rakirina xwarin û nandayîna li şînan dê herî zêde bandora xwe li wan bike.
“Gava nanê li şînan rabe dê kar kêm bibe”
Orhan Aslanê ku li Amedê midûrê xwaringehekê ye got:
“Gava nanê li şînan rabe dê kar kêm bibe. Gava kar kêm bû mecbûr dê xebatkar jî bên kêmkirin.
Hejmara wan jî dê kêm bibe.”
Ji ber ku nandayîn çandeke gelekî kevn a mêvanperweriyê ye, malbat di nava Kurdan de bi nandayînê dihatin pênasekirin.
Lê qeyrana aborî derbeke mezin li vê çandê jî daye.