Amerîka: Êrişa li ser Kormorê rasterast êrişeke li ser serweriya Îraqê ye

29-04-2024
Diyar Kurde
Nîşan Kormor Vedant Patel
A+ A-

Washington (Rûdaw) - Alîkarê Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Vedant Patel derbarê êrişa li Qada Gazê ya Kormorê got, “Êrişa li ser Kormorê rasterast êrişeke li ser serweriya Îraqê ye.”

Alîkarê Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Vedant Patel civîneke çapemeniyê li dar xist.

Li ser pirsa Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde ya derbarê êrişa li Qada Gazê ya Kormorê Vedant Patel wiha bersiv da:

“Tişta ku ez dikarim bêjim ev e ku êrişên bi vî rengî li ser binesaziya sivîl êrişeke rasterast e li ser serweriya axa Îraqê.

Ji ber vê yekê hûn dibînin ku me ew şermezar kir lê tiştekî din li cem min nîne.”

Çi bûbû?

Qada Gazê ya Kormorê roja înê danê êvarê bû armanca êrişa dronan.

Qaymeqamê Çemçemalê Remik Remezan ji Rûdawê re ragihand ku êriş bi dronên bombebarkirî hatiye encamdan.

Qada Gazê ya Kormorê li nahiyeya Qadir Keremê ya navçeya Çemçemala Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, bipêşvebirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî berhemanîna gazê dest pê kir.

Salên 2022 û 2023yan jî gelek caran êrişî Qada Gazê ya Kormorê hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst