Hesabê bankê yê şaredariya DEM Partiyê hat blokekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Banka Îllerê hesabekî Şaredariya Agiriyê ji ber deynê ji heyama AK Partiyê maye bloke kir.
Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) di hilbijartinên 31ê Adarê de Şaredariya Agiriyê bi dest xist ku pêştir di destê AK Partiyê de bû.
Li gorî nûçeya MAyê hesabekî bankê yê Şaredariya Agiriyê hat blokekirin.
Hevşaredara Agiriyê Hazal Arasê ragihand ku Banka Îllerê hesabê wan ku 7 milyon TL tê de hebûn, bloke kiriye.
Hazal Arasê da zanîn ku Banka Îllerê (Banka Bajaran) ji ber deynên şaredariyê yên di serdema AK Partiyê de mane, hesabê wan bloke kiriye.
Bi gotina Hazal Arasê makîneya kar a bipalet a ji hêla Îdareya Taybet a Bajar ve hatibû dayîn ji wan hatiye standin.
Arasê destnîşan kir ku ew dê karibin temamiya pirsgirêkên bajar çareser bikin û got:
“Tevî hemû astengiyan jî em dê xizmetê ji gelê xwe re bikin û di vê mijarê de dê ti pirsgirêk dernekevin.
Hewce bike em dê seferberiyê ragihînin û kampanyayan bidin destpêkirin.”