Hesabê bankê yê şaredariya DEM Partiyê hat blokekirin

29-04-2024
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Agiriyê DEM Partî Hesabê Bankayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Banka  Îllerê hesabekî Şaredariya Agiriyê ji ber deynê ji heyama AK Partiyê maye bloke kir.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) di hilbijartinên 31ê Adarê de Şaredariya Agiriyê bi dest xist ku pêştir di destê AK Partiyê de bû.

Li gorî nûçeya MAyê hesabekî bankê yê Şaredariya Agiriyê hat blokekirin.

Hevşaredara Agiriyê Hazal Arasê ragihand ku Banka Îllerê hesabê wan ku 7 milyon TL tê de hebûn, bloke kiriye.

Hazal Arasê da zanîn ku Banka Îllerê (Banka Bajaran) ji ber deynên şaredariyê yên di serdema AK Partiyê de mane, hesabê wan bloke kiriye.

Bi gotina Hazal Arasê makîneya kar a bipalet a ji hêla Îdareya Taybet a Bajar ve hatibû dayîn ji wan hatiye standin. 

Arasê destnîşan kir ku ew dê karibin temamiya pirsgirêkên bajar çareser bikin û got:

“Tevî hemû astengiyan jî em dê xizmetê ji gelê xwe re bikin û di vê mijarê de dê ti pirsgirêk dernekevin.

Hewce bike em dê seferberiyê ragihînin û kampanyayan bidin destpêkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst