DAIŞiyên ku ji kampan direvin li Serê Kaniyê tên bicihkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Mixalefeta Sûriyeyê bi piştgiriya Tirkiyeyê malbatên DAIŞê li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bi cih dike.

Li Serê Kaniyê û herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji aliyê Tirkiye û grûpên çekdar ve hatine dagirkirin guherîna demografiyê bê navber berdewam dike.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku grûpên çekdar ên “Artêşa Azad” a ku Tirkiye piştgiriya wê dike, malbatên DAIŞê û endamên grûpên çekdar ên ku ji zindan û herêmên HSDyê reviyane li Serê Kaniyê bi cih dikin.

Li gorî SOHRê, zêdetirî 120 malbatên DAIŞê ku di nav wan de malbatên Îraqî û biyanî jî hene li Serê Kaniyê hatine bicihkirin.

Piraniya van malbatan bi qaçaxî ji kampên Rojavayê Kurdistanê derxistin û ew bi qaçaxî derbasî herêmên dagirkirî kirine.

SOHRê da zanîn ku ev malbatên DAIŞê û çekdaran li malên Kurdan ên ku hatine valakirin tên bicihkirin.

Dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê û binpêkirinên li dijî Kurdan

Bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê Çiriya Pêşîna 2019an di encama êrişeke artêşa Tirkiyeyê de ku navê “Operasyona Kaniya Aştiyê” lê hatibû kirin, ji kontrola hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê hatin derxistin û hatin dagirkirin.

Ji wê roja ku Girê Spî û Serê Kaniyê ketin bin dagirkirina artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê û heta niha, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkencekirinên li hemberî Kurdên wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyeyê ve hatine kirin.