Hewlêr (Rûaw) - Li navçeya Şedadê ya Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, nîqaşa li ser cihê konê sersaxiyê bû sedema birîndarbûna 12 kesan.
Li gorî nûçeya ANHAyê li Şedadê cihê danîna konê sersaxiyê bû sedema nîqaşê.
Li gundê Ewedê yê navçeyê Şedadê kesekî wefat kir.
Di nav malbatê de li ser cihê danîna konê sersaxiyê nakokî çêbû.
Piştî nîqaşê ciwanekî bombeyeke destan avêt konê sersaxiyê.
Di encamê de 12 kes birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên Hesekê.
Hat diyarkirin ku rewşa birîndaran baş e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse