SÊWAZ - Karkerek ji qata 6an ket û mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê karkerek dema dixebitî ji qata 6an ya avahiyê ket û canê xwe ji dest da.

Li taxa Huzurê ya Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê karkerê bi navê F.A. yê 52 salî dema ku dixebitî lingê wî şemitî û ji qata 6an a avahiyê ket û bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîman karkerê birîndar bi ambulansê veguhast Nexweşxaneya Nimûneyê ya Sêwazê.

 F.A.yê 52 salî tevî hemû hewldanên bijîşkan jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.