Serok Barzanî: Kurdistan di ser hemû berjewendiyan re ye

29-04-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Kurdistan Hilbijartinên Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê ligel çend nûnerên welatên biyanî civiya û di wê hevdîtinê de ragihand, ku “Kurdistan di ser hemû berjewendiyan re ye” û got “Divê îsal li Herêma Kurdistanê hilbijartin di dema xwe de were kirin.”

Roja şemiya 29ê Nîsana 2023 li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeş ya nûnerayetiyên welatan ên li Hewlêrê kir ku ji Konsula Giştî ya Brîtanyayê ya li Hewlêrê Rosy Cave û Konsulê Giştî yê Holandayê ya li Hewlêr Jaco Beerends, Konsulê Giştî yê Almanyayê yê li Hewlêr Klaus Streicher, Berpirsê Nûnerayetiya Yekîtiya Ewropayê yê li Hewlêr Tokled Beg û Berpirsa Beşa Siyasiya Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê Katrien Kroft pêk hatibûn kir.

Baregeha Barzanî di derbarê hevdîtinê daxuyaniyek belav kir û tê de got “Di hevdîtinê de di derbarê pêşhatên siyasî yên dawî û proseya siyasiya Herêma Kurdistanê û hilbijartinan de danûstandina bîr û ramanan kirin û şanda mêhvan ji bilî destxweşiya li diyarkirina dema birêveçûna hilbijartinê li Herêma Kurdistanê, tekez li ser girîngiya birêveçûna hilbijartinê û destgirtina bi bihayên demokratik û parastin û bihêzkirina bingehên şerîyetê li Herêma Kurdistanê kirin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Serok Barzanî bi kurtî di derbarê pêdagirbûna Herêma Kurdistanê bi çanda demokrasî û hilbijartinê ji bo şanda mêhvan xisterû û balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê qurbaniyê daye bo ku bi azadî bijî û bihayên demokrasiyê bi cîh bike û li piştî raperîna gelê Kurdistanê li 1991 li bajarê Koye yekemîn car ragihandiye ku pêwîst e li şeriyeta şoreşgerî ber bi şeriyeta destûrî ve biçin û hilbijartin bê encamdan.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku Serok Barzanî ji bo şanda mêhvan dûpat kiriye  Kurdistan di ser hemû berjewendiyan re ye û wiha dibêje “Bi navê parastina şerîyet û bihayên demokrasiyê, pêwîst e li Herêma Kurdistanê îsal hilbijartin di dema xwe da bê encamdan û di derbarê bi babeta çawayiya beşdariya pêkhatan jî ragihand ku pêkhatên Herêmê bi xwe çi biryarek bidin em piştevanê daxwaza wan dibîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst