"Kahînê erdhejê" ji bo 4 parçeyên Kurdistanê hişyarî da

29-04-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kahînê erdhejê Frank Hoogerbeets ê ku erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê pêş de xeber dabû, ji bo herêmên Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava yên Kurdistanê hişyarî da û got, “Di çend rojên pêş de li vê herêmê hişyar bin.”

Frank Hoogerbeets ji bo erdhejên 6ê Sibatê yên ku navenda wê Mereş bû û li Tirkiyê, Sûriyê, Bakur û Rojavayê Kurdistanê bû sedema wêraniyeke mezin, pêşbînî kiribû.

Frank Hoogerbeets ê piştî ku pêşbîniyên wî rast derketin navê “kahîn” lê hat kirin got, “Ez ne kahîn û ne jî pêxember im û ji bo erdhejên mezin min qet demên diyar nedane. Ez lêkolîner im ku li ser têkiliyên di navbera erd û pozîsyonên gerestêrkan de dixebitim, min ji bo vê armancê nermalaveke taybet pêş xistiye.”

“Di çend rojên pêş de li vê herêmê hişyar bin”

Stêrnasê Awustralyayî Frank Hoogerbeets îro Şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê sê nexşeyên cuda parve kirin û hinek herêm li ser nexşeyan îşaret kir û got, “Di çend rojên pêş de li vê herêmê hişyar bin. Guherîneke di 21ê Nîsanê de berî erdhejên mezin ên 6ê Sibatê heman herêm ber bi rojhilat ve wekî di 29ê Çile de nîşan da.”

Di nav herêmên ku Hoogerbeets amaje pê kir de Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava yên Kurdistanê hene.

Her wiha Gurcistan, Ermenistan, Nexçîwan û hin deverên Îranê jî di nav wan herêman de ne ku Hoogerbeets destnîşan kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst