Îlham Ehmed: MSD amade ye bi hikûmeta nû ya Tirkiyê re danûstendinan bike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) amadebûna xwe ji bo danûstendina bi hikûmeta nû ya Tirkiyê re ku piştî hilbijartinên 14ê Gulanê were ser desthilatê nîşan da.

Di 14ê Gulana 2023an de ji bo hilbijartinên parlamentoyê û Serokkomariyê Tirkiye diçe ser sindoqan.

Seroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di tweeteke xwe ya bi zimanên Kurdî û Erebî de ragihand, “MSD amade ye bi hikûmeta nû re li ser bingeha dabînkirina ewlehî, aramî û çareseriyan danûstandinê bike.”

Îlham Ehmed dibêje “Hêvî ew e, hilbijartinên Tirkiyê hikumeteke ku çareserkirina pirsgirêkên herêmê bi rêya diyalog û aştiyê qebûl dike, bi xwe re bîne. Ji bo ewlehî û aramiya herêmê, em ê ji bo danûstendin û hevkariyê hazir bin.”