Hevpeymaniya Navdewletî: HSDê qaçaxçiyekî çekan girt

29-04-2023
RÛDAW
Nîşan HSD Hevpeymaniya Navdewletî DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevpeyamaniya Navdeletî diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi alîkariya Hevpeymaniyê qaçaxçiyekî çekan ê DAIŞê girtine.

Hêzên Hevpeyamaniya Navdeletî ya li dijî DAIŞê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku serê sibê 28ê Nîsana 2023an, Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo girtina qaçaxçiyekî çekan ê DAIŞê û têkbirina operasyonên DAIŞê li parêzgeha Dêrezorê operasyonek pêk anîne.

Hevpeymaniyê di daxuyaniyê de da zanîn ku HSDê bi piştevaniya wan qaçaxçiyê çek û cebilxane yê naskirî yê DAIŞê yê bi navê Îd Hesen Hemûd El-Fehd di operasyoneke serkeftî de girtine.

Herwiha Hêzên Hevpeymaniyê diyar kirin ku armanca vê operasyonê ew e ku şiyana DAIŞê ya pêkanîna êrîşên tund li herêmê têk bide.

Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Hêzên Hevpeymaniyê piştevaniya xwe ji bo HSDê tekez kir û dibêje “Hêzên Hevpeymaniyê pabend in bi şîretkirin, alîkarîkirin û îmkankirina hevkarên xwe ku ewlehî û aramiyê li seranserê herêmê biparêzin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst