Pêşmergeyê şoreşên Îlon û Gulanê Elî Neemo koça dawî kir

29-04-2023
RÛDAW
Pêşmergeyê şoreşên Îlon û Gulanê Elî Neemo koça dawî kir
Pêşmergeyê şoreşên Îlon û Gulanê Elî Neemo koça dawî kir
Nîşan Elî Neemo Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêşmergeyê şoreşa Îlon û Gulanê yê ji Rojavayê Kurdistanê Elî Yusuf Neemo li Zaxo koça dawî kir û li goristana Rikava ya li Dêrikê hate veşartin.

Eqîdê xanenişîn Elî Yusuf Neemo sala 1950 de li gundê Rikava li herêma Dêrika Hemo ji dayîk bûbû ji dayîk bûbû û di sala 1967 de bûbû Pêşmerge û di nava her du şoreşên Îlon û Gulanê de cih girtibû.

Elî Yusuf Neemo Pêşmergeyekî Lîwa Îsa Siwar bû, beşdarî gelek şerên giran bûbû û hatibû birîndarkirin.

Eqîd Elî Yusuf Neemo ku çend caran li Sûriyê hatibû girtin û îşkencekirin, 5 salan li Şamê di Firii Filistîn de mabû, zilmekî pilebilind dîtibû, piştre bi kefalet hatibû berdan.

Piştre di sala 1991 de hatibû başûrê Kurdistanê û careke din bûbû Pêşmerge û bi ritbeya Eqîd xanenişîn bûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst