Demirtaş bi video bersiva Ahmet Şik da

29-04-2023
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Ahmet Şik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş bersiva gotinên berbijêrê parlamenteriyê yê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) yê Stenbolê Ahmet Şik ku gotibû, “Selahattîn ji HDPê derxin, li holê HDP namîne” da û got, “ji Selahhatin HDPê derxe li holê tiştek welê namîne.”

Her ku diçe li dijî gotinên Ahmet Şik bertekên HDPyiyan zêdetir dibe. Vêcarê jî Hevserokê Berê yê HDPê Selahatîn Demîrtaş ê ku di girtîgeha Edirne de girtiye, li ser hesabê xwe yê medya civakî bersiva berbijêrê TIPê yê Stebolê da û got “Ji hilbijartinan re 14 roj mane. Kî çi dibêje bila bêje, bêyî ku bala me ji ser biçe aliyeke din em li karê xwe binêrin. Me ji xelkê xwe re soza serkeftinê daye, despêkê em vê yekê cîbicî bikin. Her wiha ger hûn ji Selahattin HDPê derxisn tişteke welê li holê namîne. An Serkeftin an serkeftin.”

Çi bibû?

Ahmet Şik di axaftina xwe ya bi welatiyekî re gotibû “Binêre, Selahattîn (Demîrtaş) îro em êşandine. Qaşo em di heman hevpeymaniyê de ne. Ê kir jî Selahattîn e. Selahattîn ji HDPê derxin, li holê HDP namîne.”

Li aliyê din welatiyê ku gotinên siyasetmedarê Kurd Hasîp Kaplan ên “Bila Tirkek neyê serê HDPê” bi bîr xist û Şik jî li ser vê yekê got, “Ez jî ji vê yekê aciz im. Têra xwe faşîstên Tirk hene, ez nikarim bi faşîstên Kurd de jî bikevim.”

Piştî belavbûna vî dîmenê Şik li ser medya civakî gelek bertek li dijî van gotinên wî derketibûn holê.

Li ser wê yekê berbijêrê parlamenteriyê yê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) yê Stenbolê Ahmet Şik, ji ber gotinên xwe yên “Ez nikarim bi faşîstên Kurd de bikevim” lêborîn xwest. Li ser hesabê xwe yê medya nivîsî: “Bêyî ku mijar, bûyer, kesên di bûyerê de vebêjim ez ji hemû dostên xwe yên HDP, gelê Kurd û rêhevalên TÎPê lêborînê dixwazim ji ber van gotinên ku nêrîn, niyet û hestên min nîşan nadin. Di serî de di dema têkoşîna heta 14ê Gulanê de û ya piştî wê jî beriya her tiştî tenê hewla min dê ew be ku zirarê nedim daxwaza me ya aştî û biratiyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst