Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya lêpirsînekê de ku navenda wê Enqere ye li çend parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê polîsan bi ser hejmarek malan de girtin û di encam de Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat (DFG) Dîcle Muftuoglu û çend rojnamevanên din hatin desteserkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyonên desteserkirina siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û nûnerên civaka sîvîl ên Kurd berdewam in.

Li gor agahiyan bi hinceta lêpirsîneke ku navenda wê Enqere ye li parêzgeha Amedê polîsan bi ser çend malan de girtine û Hevseroka DFGê Dîcle Muftuoglu, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz û hevjîna wî Selma Yilmaz li parêzgeha Stenbolê jî Filiz Yilmaz hatine desteserkirin.

25ê Nîsana 2023an di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Amedê de li 21 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, polîsan bi ser gelek malan de girtibûn û siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û hunermend desteser kiribûn. Di wan operasyonan de li Amed û 20 bajarên din 128 kes hatibûn desteserkirin. Kesên li 20 bajarên din jî hatibûn desteserkirin bo Amedê hatin veguhestin.

Dadgehkirina 128 kesan li Amedê birêve diçe û heta niha 39 kes bi biryara dadgehê û bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hatine girtin ku piraniya wan rojnamevan in.