Li Rihayê rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê

29-04-2022
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Riha Penaberên Rojavayê Kuridstanê Kobanî
A+ A-

Riha (Rûdaw) - Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê nêzî 100 hezar penaberên ji Rojavayê Kurdistanê hene. Piraniya wan penaberan jî bajarê Kobaniyê ne kui rewşeke dijwar de dijîn, çaverê ne ku rojek vegerin ser mal û axa xwe.

Di hewşa mala penaberan de zarokên biçûk ên salê wan yek an jî salê wan nêzî hev balê dikişînin. Hat zanîn ku 4 mal di zikê xaniyek de dijîn.

Stûna vê malê bi temenê 90 salî Ebû Îsa ye. Ew dema li ser axa xwe bûye yek ji rûsipiyên Kobaniyê bûye. Lê koçberiyê wisa kiriye ku niha tenê rûsipiyê mala xwe ye.

Penaberê Kobaniyê Ebû îsa dibêje “Em li xerîbiyê ne. Ku cihê me ne teng be û nanê me derkeve me rihetiya xwe dîtiye. Welatê me jî ku rihet bibe em birçî jî bimînin em ê herinê. Welat şêrîn e helbet.”

Penabera Kobaniyê Nazê Elî got “Çavê me li Kobaniyê ye. Kengê Kobanî rind bibe em dikin lê vegerin. Welatê me te gerek em lê vegerin. Birayê min, xwîşka min giş li wê derê ne. Em çar mal di nava hev de ne. Zar û zêc tamê nadin hev. Halê me taban e. Zarok dişixulin heqê kirê dernaxînin.”

Penaberê Kobaniyê Evdilhenan Mihemed Îsa diyar kir “Helbet her malek di odeyek de ye. Yanî penaberî ji me re pir zor hat. Xurbetî ji me re pir çetîn e. Gerek sibê dewletê dinyayê li ser halê me bisekinin. Koçberî, penaberî, kuştin û talan divê bisekine.”

Li Bakur bajarên Riha û Dîlokê serkêşiya ezimandina penaberan dikin. Nexasim jî penaberên ji Rojava. Jixwe ji nivîsên li ser gelek dikanan jî ev rastî xwe nîşan dide. Hejmara penaberên hejar pir zêde jî bin gelek maldarên wan jî hene. Weke Zêringer Nizhet Derwîş ku zêrên Sûriyê difiroşe.

Penaberê Zêringer Nizhet Derwîş ragihand “Li Sûriyê jî me ev kar dikir. Çawa ku em hatibe vê derê jî me dikan li vir vekiriye. Muşteriyê me jî piranî yên Sûriyê ne. Ji Kobaniyê ne û hinek jî yên Ereb in. Elhemdulîlah dimeşe.”

Li gorî amarên Komseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî li 120 welatên cîhanê bi tevahî 6 milyon û 702 hezar 912 penaberên Sûriyê hene. Ji van 3 milyon û 641 hezar li Tirkiyeyê dijî. Bi qasî milyonekî vê hejmarê li bajarên kurdan dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst