Li Efrînê şerê du malbatên Ereb; 23 kes birîndar bûne

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, di navbera du malbatên Ereb ên hawirde de şer derket û di encam de 23 kes birîndar bûn.

Li gor çalakvanên xwecihî, şerê di navbera her du malbatên Ereb de li navçeya Şera ya Efrînê derketiye û di encamê de 23 kes birîndar bûne,

Hatiye ragihandin birînên hinek kes ji wan birîndaran giran in.

Li gor heman çavkaniyan, piraniya birîndaran bo nexweşxaneyên bajarokê Ezazê hatine veguhestin.

Heta niha sedema vî şerî nehatiye zanîn.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Binpêkirinên çekdaran

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.