Mesrûr Barzanî: Ev dadgeh pêngavek e ji bo cezakirina tawanbaran

29-04-2021
RÛDAW
Nîşan Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî DAIŞ Dadgeha Tawan Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê pesendkirina projebiryara dadgeha taybet bi tawanên DAIŞê ji aliyê Encûmena Wezîran ve ragihand, ev dadgeh dibe pêngavek bi arasteya cezakirina tawanbaran û anîna dadperweriya zêdetir. Mesrûr Barzanî daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê jî kir yasayê bixe pêşekiya bernameya kar ji bo di zûtirîn dem de bê pesendkirin.

Encûmena Wezîran duh, 28/04/2021, bi mebesta “lêpirsîn û dadgehîkirina terorîstên DAIŞê li ser encamdana tawanên şer û tawanên li dijî mirovahî û komelkujiyan” projeyasaya dadgeha tawan a taybet bi tawanên DAIŞê li Herêma Kurdistanê pesend kir.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, derbarê vê yasayê de ragihand, ku ev “yasa  çarçova dadgehîkirina terorîstên DAIŞê datîne, bi rêya pêkanîna dadgeheke niştimanî li Herêma Kurdistanê, bi beşdariya tîma lêkolînê ya navdewletî bo lêpirsîna li ser tawanên DAIŞê (UNITAD) ku di warê komkirina belgeyan de hevkar dibe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, “Bêguman ev yek birîna kûr a qurbaniyên destê DAIŞê saziş nake, taybet jî xwîşk û birayên me yên Êzidî û qurbaniyên din, lê dibe pêngavek bi arasteya cezakirina tawanbaran û anîna dadperwiya zêdetir.”

Mesrûr Barzanî wek erkê ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Federalî û civaka navdewletî dizane ku “terorîstên DAIŞê rûbirûyê dadgehê bibin li beramber tawanên xwe yên li dijî gelê Kurdistanê, xelkê Iraqê û mirovahî bi giştî. Em îro hewlekê didin ji bo bicihgihandina vî erkê hevbeş ji bo qurbaniyên Iraq û cîhanê. Bêguman vê yekê karekî zêde divê, lê her dawiyê tê cih.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir ku ew berdewam dibin ji bo komkirin û gihandina zanyaryan bi tîma lêkolîna navdewletî (UNITAD) bo ku hevkar bin di karê wan de û daxwaz ji UNITAD û civaka navdewletî jî kir, “Piştgiriya sîstema dadwerî ya Herêma Kurdistanê bikin, taybet di warê rahênan û temamkirina amadekariyan bo destpêkirina yekem rûniştina dadgeha giştî.”

Li gor gotina Mesrûr Barzanî, di vê yasayê de, daxwaz ji civaka navdewletî jî hatiye kirin ku hevkar û alîkar be bo komkirina komek û hevkariya bo qurbaniyan bi rêya sindoqeke taybet ve, ji bo pêçana birînan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daxwaz ji Parlamentoya Kurdistanê jî kir vê yasayê bixe “pêşîneya bernamaya kar ji bo di zûtirîn dem de, deng li ser bên dayîn û bê pesendkirin. Herêma Kurdistanê bi serkeftî şerê dijî DAIŞê kir û têk bir. Ev şer dê bi her şêweyekî berdewam be heta wê dema dadperî pêk tê û qurbanî jî tên qerebûkirin.”

Herwiha Mesrûr Barzanî spasiya Şêwirmendê Taybet û Serokê Tîma UNITADê Kerîm Esed Ehmed Xan û endamên tîmê kir ku “roleke wan ya girîng di vê mijarê de hebû û hevkariya teknîk pêşkêşî sazî û dezgehên dadwerî yên Hrêma Kurdistanê kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst