Şivan Perwer ji Kurdên Êzidî lêborîn xwast

29-04-2020
RÛDAW
Hunermendê navdarê Kurd, Şivan Perwer
Hunermendê navdarê Kurd, Şivan Perwer
Nîşan Şivan Perwer Kurd Kurdistan Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê navdarê Kurd, Şivan Perwer ragihand, wî di çend peyamên xwe yên berê de tenê hin kevneşopiyên civakî yên Kurdên Êzidî rexne kiriye û got, “eger hin gotinên min şaş hatibin fêmkirin û hin kes êşandin, ez lêborînê dixwazim”.

Şivan Perwer li ser hesaba xwe ya Facebookê derbarê hin gotinên xwe yên derbarê Kurdên Êzidî de ku rastî hin bertek û nerazîbûnan hatibû, zelalkirinek da.

Di peyameke vîdeoyî de, hunermendê navdarê Kurd Şivan Perwer tekez dike, ku ew ji gelê xwe bêyî ku ti ferq û cudahiyan di navbera ol û mezheban de bike, û herwiha ji Kurdistanê hez dike û tim ji bo wan xebat kiriye.

Şivan Perwer di peyama xwe de amaje bi wê yekê dike, li Kurdistanê bi hezaran sal e ku çendîn ol û mezheb hene û bi hev re jiyane, lê belê weke ku wî gelek carên berê jî gotiye, eger Kurd xwe li ser rê ê rêbazeke olî bide alîkî, ew yek xirab e û Kurd bi wê yekê jî nebûne dewlet.

Perwer Kurdên Êzidî wek dîroka rastîn a Kurdan bi nav dike û tekez dike, ku wî ti carî tiştekî xirab li ser baweriya Kurdên Êzidî negotiye û got: “Di esas de niyet baş bû, lê di uslubê de baş nehat famkirin, ti carî nabêjim Êzidî fşîst in an Misilman faşîst in yan Krîstiyan faşîst in. Ez dibêjim hin kiryar hene êşê didin mirovan, li dijî mirovahiyê ne, bila em qedr û qîmeta înasnên xwe jî zanibin û qedr û qîmeta hevdu jî zanibin.”

Şiwan Perwer herwiha lêborîna xwe xwast û diyar kir: “Heger min dilê kesî êşandibe, ez lêborînê dixwazim. Xelkê me yê êzidî gelek êş û zehmetî kişandiye, çav û roniya me ne.”

Hunermenê Kurd, Şivan Perwer wiha axivî:

“Em Kurd milletekî gelekî mezin in li ser rûyê cîhanê û xwedanê gelek berhemên dûr û dirêj in. (Kurdî) Çend zimanekî xweş e, hûn dibînin. Demekê berê min çend peyam dabûn, bi dilê min hatibû, bi rastî carna hin tişt hene min diêşînin, ji ber çi gelek gel û millet xwedanê olan e, xwedanê rêçe olan e, yanî dîn û mezheb, lê belê xelkê berhema xwe ya netewî û civakî, ew zimanê xwe, çanda xwe, hebûna xwe ya li ser welat û azadiya xwe dide pêşiya her tiştî, min jî ew gotibû. Min gotibû, Kurd çendî li ser rêya olî û armanca olî xwe bide alîkî, ji ber ku bi hezaran salan e ol li Kurdistanê hene, lê pir caran Kurd bi rêka olan nebûne dewlet, nebûne komar, yanî komarî ji bo parastina axê û berhemên civatê ye.

Di vir de behsa Kurdên me yên Êzidî jî çêbûbû, Ezdayî. Dîroka me Kurda ye bi rastî Ezdayî. Ezdayî birayên me ne û roniya me ne, ji ber ku li ser wan gelek neheqî çêbûye, wê dizanin ferman li ser çêbûne, gelekî zehmet û êş kişandine, êşa wan êşa me ye. Ez ti carî li ser olekê, yan civatekê  yan milletekê nikarim bêjim, heqê min tune ye, heqê ti kesî tune ye, qebûl nabe û qebûl nakim ku bêjim faşîstin yan rasîstin yan filan û filan e. Di esas de niyet baş bû, lê di uslubê de baş nehat famkirin, ti carî nabêjim Êzidî fşîst in an Misilman faşîst in yan Krîstiyan faşîst in. Ez dibêjim hin kiryar hene êşê didin mirovan, li dijî mirovahiyê ne, bila em qedr û qîmeta înasnên xwe jî zanibin û qedr û qîmeta hevdu jî zanibin. Ji ber wê gelek kes ji me êşiyan, pir nerihet bûn, li her hêleke dunyayê û Kurdistanê, sosyal medyayê gelek tişt tevlihev kir û nexweş kir, ez rica li we dikim, çawan min dest pê kir, dîsan ez dibêjim hûn dê bi toleransê ji hevdu nêzîk bibin, hûn dê biaxivin û çi tiştên şaş û tiştên rast ji hev bigirin û biqetînin, wisa êrîşa qet nebaş e, yanî heger min dilê kesî êşandibe, ez lêborînê dixwazim. Xelkê me yê êzidî gelek êş û zehmetî kişandiye, çav û roniya me ne. Em êzidî ne, em Elewî ne, em Sunnî ne, em Krîstaniyan in, Em Mazdayî ne, em Şîe ne, em Yarsanî ne, di nav me de gelek bîr û bawerî û olên kevn hene. Welatê me xwedanê kevnariyeke pir mezin û berfireh e, Kurdistana me xwedanê buhişta şarezayiyê ye, em divê pêkve birayê hev in û em tevde lê xwedî derkevin, meseleya min ev e, tiştekî din nîne.

Hûn dê li Şivanê xwe bibihorin, ez Şivanê we me, bi salan ew qêrînî û ew zehmet û êş min li gel we kişandiye. Ez li gel we girîyam e, min li gel we goven girtî ye, min li gel we stran gotiye û ez ji welatê xwe pir hez dikim û ji milletê xwe pir hez dikim, bê cudahî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst