Vekirina gorên bikom ên Koço bidawî hat

29-04-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Şingal Koço Gorên Bikom Kurdên Êzidî DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Vekirina gorên bikom li gundê Koco yê ser bi navçeya Şingalê ve bidawî hat.

 

Rêvebirê  Rêveberiya Gorên Bikom li Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sîrwan Celal ji Rûdawê re ragihand, ku vekirina gorên bikom li gundê Koco bidawî hatiye û roja yekşemiyê gora herî dawî ku gora jimare 10 bû, hate vedan.

 

Dîrwan Celal behsa wê yekê jî kir ji 11ê Nîsanê ve heta niha 10 gorên bikom hatine vekirin û rûfatên 197 kesan di wan goran de hatin dîtin ku hemû rûfat ên Kurdên Êzidî ne û temenê wan di navbera 10 heya 70 salan de ye.

 

Bi gotina Sîrwan Celal, her 197 kesên di nava wan gorên bikomî de zilam in û du kes ji wan ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine serjêkirin û yên din bi gulle hatine kuştin.

 

Tîma Niştîmanî ya Gorên Bikom ku ji nûnerên Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nûnerên hikûmeta Iraq û rêxistina Netewên Yekgirtî pêk tê, ji 11ê Nîsana îsal ve dest bi vekirina gorên bikom ên gundê Koço kiribû.


DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de êrîşî Şingalê û çend deverên din ên Başûrê Kurdistanê kiribû û bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî komkuj kiribû. Herwiha DAIŞê bi hezaran keş, jin û zarokên Kurdên Êzidî jî êxsîr kiribû û revandibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst