Aşûrî daxwaza lihevkirina opozisyon û hikûmetê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Rêxistina Aşûrî ya Demokratîk daxwaz kir, ku aliyên opozisyonê û hikûmeta Sûriyê bi hev re, ji bo çareseriyekê kar bikin, ku ew kirîz bidawî bibe, û mafê tevahiya pêkhateyan bê parastin.

 

Li Navenda Platforuma Çaksazî û Guhertinê ya li bajarê Qamişlo, çend siyasetmedarên Kurd, Ereb, Aşûrî û Suryanî bi hev re civiyan.

 

Di wê civînê de, têkiliyên di navbera pêkhateyên neteweyî li tevahiya Sûriyê, û li devera Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî hatin gotubêjkirin.

 

Piştî bidawîhatina wê civînê, Berpirsê Rêxistina Aşûrî ya Demokratîk, Dawûd Dawûd ji Tora Medyayî ya Rûdaw re da xuyakirin, ku divê lihevkirineke giştî çê bibe, da ku şer li Sûriyê bidawî bibe, û kirîz bi diyalogê bê çareserkirin, bi awayekî ku mafê her ol û neteweyekê parastî be.